Amerîka bo Rûdawê: Pentagon li ser êrişa firokexaneya Silêmaniyê lêkolînê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Pentagon lêkolînan li ser êrîşa li ser balefirgeha navnetewî ya Silêmaniyê dike û li dijî her pêngavekê ye ku dikare gefan li ewlehî û aramiya berpirsên Amerîkayê bike.

Di bersiva pirseke Rûdawê de derbarê êrîşa li ser balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê ku di 7ê Nîsanê de pêk hatibû, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel diyar kir ku berpirsên Amerîkî di wê karwanê de bûn, lê "em dikarin piştrast bikin ku ti zîyanên canî çênebûne".

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel li ser pirsa êrîşa firokexaneya Silêmaniyê de wiha bersiv da:

“Bihêle ez hin tiştan bibêjim. Hevkarên min ên Pentagonê dikarin bi berfirehî li ser vê biaxivin. Wezareta me ya parastinê êrîşa li hemberî konvoya 7 'ê Nîsanê lêkolîn dike. Di nav karwanan de karbidestên leşkerî yên Amerîkî jî hebûn.  Em dikarin piştrast bikin ku ti windahiyên me çênebûne.

Helbet em li dijî her pêngavekê ne, ku gefan li ewledarî û asayişa berpirsên Amerîka dike. Hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê ne da ku piştgiriya hevkarên me yên herêmî bikin da ku têkbirina DAIŞ'ê ya berdewam pêk were.  Tunekirina DAIŞ'ê di herêmê de ji bo me hîn a pêşîn e.

Ez ji we re pêşniyar dikim ku hûn pirsên xwe ji Wezareta Berevaniyê re bişînin berî ku ez li ser çavkaniyek an prensîban biaxivim. Tekane tişta ku ez dixwazim tekez bikim ew e ku her gavek di nava Iraqê de were avêtin divê rêz li serwerî û ewlehiya xaka Iraqê bigire. Em hikûmetan teşwîq dikin ku bi hev re bixebitin da ku tengezariya operasyonên sînordar kêm bikin.”