Ji Awustraliyayê tê xwestin 10 jin û 30 zarokên malbatên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerîne

Hewlêr (Rûdaw) - Xaça Sor a Navdewletî ji Awustraliyayê xwest ku 10 jin û 30 zarokên malbatên DAIŞê yên Awustralî ji Kampa Roj a li Rojavayê Kurdistanê werbigre û vegerîne Awustraliyayê

Serokê Komîteya Xaça Sor a Navdewletî Robert Mardînî got, ew jin û zarokên Awustralî di rewşeke xirab de dijîn û daxwaz ji hikûmeta Awustraliyayê û hemû welatan kir ku welatiyên xwe ji kampên Hol û Roj ên li Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) vegerînin.

Robert Mardînî got, ew rê li ber dadgehkirina wan welatiyên Awustralî nagrin, eger ji bo welatê wan bên vegerandin.

Dawiya sala bihorî, Awustraliyayê 13 zarokên malbatên DAIŞê ên li Kampa Roj a li nêzîkî bajarê Dêrikê ji Rêveberiya Xweser wergirtibûn û vegerandibûn Awustraliyayê.

Kampên Holê û Roj li Rojavayê Kurdistanê du kampên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser de ne, ku endamên malabtên DAIŞê lê hatine bicihkirin.

Piraniya kesên li Kampa Holê, Iraqî û Sûrî ne û li Kampa Roj jî kesên ji welatên din hene.