Macron û Le Pen dê di gera duyem de hevrikiyê bikin

10-04-2022
RÛDAW
Nîşan Emmanuel Macron Marine Le Pen Hilbijartinên Fransayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên sereke yên gera yekem a hilbijartinên serokkomariyê yên Fransayê, Serokomar Emmanuel Macron û rastgira tund Marine Le Pen bi ser ketin û dê di 24ê Nîsanê de di gera duyem de hevrikiyê bikin.

Li Fransayê îro gera yekem a hilbijartina serokkomariyê ku tê de 12 berbijêr hevrikî dikirin, li gor saeta herêmî saet 8:00an de destpê kir û di 20.00an bi dawî bû.

Li gorî encamên destpêkê ya weşanên giştî France Info, Le Monde û France 24, di tûra yekem de ji bo ki bibe serokomar ti berbijêrek bêtirî ji sedî 50 piraniya dengan bi dest nexistiye.

Li gorî vê yekê Macron di tûra yekem a hilbijartinê de bi rêjeya ji sedî 28,60 dengan bi ser ket. Marine Le Pen jî bi rêjeya ji sedî 23,3 bû duyemîn.

Herwiha berbijêrê çepê tund Jean-Luc Melenchon ji sedî 20,1, yê rastgir Eric Zemmour ji sedî 7,2 û berbijêra Partiya Komarî ya rastgira navend Valerie Pecresse ji sedî 5 deng wergirt.

Li aliyê din Serokê Partiya Keskan û Parlamenterê parlamentoya Ewropayê Yannick Jadot ji sedî 4,4 û berbijêra Partiya Sosyalîst (PS) Şaredara Parîsê Anne Hidalgo jî ji sedî 2,1 deng wergirt.

Macron û Le Pen ku di tûra ewil de dengên herî zêde bidest xistine, dê di tûra duyemîn a dengdayînê ya ku di 24ê Nîsanê de bê kirin de hevrikiyê bikin.

Encamên fermî yên tûra yekem a hilbijartinê wê di 13'ê Nîsanê de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Fransayê ve bên eşkerekirin.

Berbijêrê ku di tûra duyemîn de bi ser bikeve dê heta 13ê Gulanê erka serokkomariyê werbigre.

Macron û Le Pen berbijêrên ku di sala 2017an de jî di tûra yekem a hilbijartina serokkomariyê di dengên herî zêde bidest xistibûn.

Macron di tûra duyemîn de ji sedî 66,1 ê dengan stendibû û wek serokkomar hatibû hilbijartin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst