KURDISTANA SOR - Di şerê Qerebaxê de serbazekî kurd hat kuştin

10-04-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Laçîn (Rûdaw) - Krîza navbera Azerbaycan û Ermenîstanê li ser Qerebaxê berdewam e û di şerê 4 rojî yê navbera wan de serbazekî kurd jî hate kuştin, ew serbaz  ji gundê Laçînê ye û ev 24 sal in ku li wargeha penaberan dijîn.

Di şerê 4 rojî ya di navbera artêşa Azerbaycan û Emenistanê de li Qerebaxa Çiya serbazekî kurd ê ji Laçinê ji gundê Qerekêşîşê Ulvin Memedov jî hat kuştin.

Şêniyên Laçînê , ev 24 sal in ku li wargeha penaberan dijîn. Serbazê kurd ku li penaberiyê ji dayîk bûbû, li goristana penaberan jî hat veşartin.

Malbata serbazê kurd dibêje, kurê wan ji bo axê xwe canê xwe daye û banga li tevaya kurdan dikin kû  bêne hawara wan.

Laçîn, yek ji 5 navçeyên kurdnîşîn ên Azerbaycanê ye, ku bi navê Kurdistana Sor tê naskirin, sala 1992an  ketiye destê artêşa Ermenistanê û şêniyên wê, li nêzî 65 navçeyên cuda yên Azerbaycanê belav bûne.

Ji destpêka şerê di navbera Azerbaycan û Ermanistanê de  303 şêniyên Laçinê hatine kuştin û niha ev hejmar gihîşt 304an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst