Hevjîna Qasimlo, Helen Krulich koça dawî kir

10-03-2023
RÛDAW
Nîşan Ebdurehman Qasimlo Helen Krulich
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevjîna Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlo, Helen Krulich koça dawî kir.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) koça dawî ya Helen Krulich hevjîna Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlo ragihand.

Hevjîna Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlo, Helen Krulich îro Înê 10ê Adara 2023an li Parîsê di 89 saliya xwe de koça dawî kir.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ di daxuyaniyekê de ragihand, Helen Krulich ku di nava Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ de bi navê “Xwişka Nesrîn” dihat naskirin, li bajarê Parîs a Fransayê di 89 saliyê de koça dawî kir.

Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlo ji sala 1971an heta şehadeta xwe ya 13ê Tîrmeha 1989an li Viyanayê, 18 salan serokatiya partiyê kir.

Ebdurehman Qasimlo li gundekî ser bi Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Urmiye, Tehran, Parîs û Pragê xwendiye û doktoraya xwe di warê aborî de girtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst