Almanya - Hûrgiliyên êrîşa çekdarî ya li dijî dêrê hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hamburg ê Almanyayê di êrîşa li dijî dêra Şahidên Yehowayê de 8 kesan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku êrîşkar endamekî berê yê Şahidên Yahowayê bûyê û wî berê ti tawan nekirine.

Li Hamburg a Almanyayê di êrîşa çekdarî ya li dijî avahiyeke Şahidên Yahowayê de ku tê diyarkirin ku dêr e 8 kesan ku êrîşkar jî di nav de bû canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Polîsê Hambûrgê daxuyaniyek li ser êrîşa çekdarî ya li dijî îbadetxaneya Şahidên Yahowayê ya êvara Pêncşemê belav kir û destnîşan kir ku êrîşkar tenê ji ber serlêdana wergirtina destûra çekê di qeydên polîsan de cih girtiye û heta niha ti agahî nehatine tomarkirin ku ew tundrew e.

Nasnameya êrîşkar eşkere bû

Rêveberê Polîsan ê Hamburgê Thomas Radszuweit di civîneke çapemeniyê ya li ser bûyerê de diyar kir ku êrîşkar Philip F. ê 35 salî endamê berê yê Şahidên Yehowayê bûye.

Rêveberê Ewlehiyê Ralf Martin Meyer jî diyar kir ku di nava Şahidên Yehowayê de nîşaneyên aloziyê hene. Meyer ragihand ku divê ev yek bê lêkolînkirin û di qeydan de tu agahî li ser mijarê nînin.

Beriya daxuyaniya polîsan, portala nûçeyan a Spiegelê ragihand ku êrîşkar endamekî berê yê Şahidên Yehowayê bûye û ew di navbera 30-40 salî de ye, gule li qurbaniyan reşandiye û çenteyekî mezin li cihê bûyerê hiştîye.

Di dîmenên ku kesekî li herêmê bi telefona girtiye de tê dîtin ku kesekî bi cil û bergên reş di destpêkê de ji pencereya şikestî ya avahiyê guleyan berdide avahiyê, paşê ji pencereyê ket hundirê avahiyê û li hundir gulebaran berdewam kir.

Di medyayê de hat gotin ku di bûyerê de ji bilî kuştiyan gelek birîndar û kesên ketine şokê hene, heta niha derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Parlamenterê Almanyayê Peter Haidt ku beşdarî weşana zindî ya Rûdawê ya ku ji aliyê Hêvîdar Zana ve tê pêşkêşkirin bû û ragihand ku heta niha sedema êrîşê ne diyar e. Haîdt destnîşan kir ku êrîşa navborî ne "êrîşa terorîstî" ye û ji bo eşkerekirina sedema vê hovîtiyê divê bi lez lêpirsînek bê kirin.