Civîna Lavrov-Kuleba: Di ragihandina agirbestê de ti pêşketin çênebû

10-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Civîna sêalî ya bi beşdarbûna wezîrên derva yên Rûsya-Ukrayna-Tirkiyê ku li Antalyayê bi navbeynkariya Tirkiyeyê hat lidarxistin, qediya.

Civîna ku di saet 11.25an de li Regnum Carya Otêlê ya li Antalyayê dest pê kiribû di saet 12.50yî de bi dawî bû.

Rûsyayê bi hinceta ku ji Amerîka û NATOyê garantiyên ewlehiyê hilnedaye û îdiayên Ukrayna ji bo wan gefa neteweyî ye û "sûcê qirkirinê kiriye" v di 24ê Sibatê da li hemberî Ukraynayê dest bi êrîşên leşkerî kir.

Ji ber şerê dewam dike nêzîkî 2 milyon welatiyî ji Ukraynayê koçî welatên cîran kir û reva sivîlan a ji Ukraynayê jî berdewam dike.

Bi armanca dawî li şer bê herdu alî sê caran li Belarûsê hevdîtin kirin, lê lihevkirin pêk nehat.

Di hevdîtina dawîn de ji bo veguhestina sivîlan biryara agirbesta berwext hat dayîn.

Wezîrên karên derve yên herdu welatan jî bi navbeynkariya Tirkiyê qebûl kiribûn ku di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bên cem hev.

Kuleba: Lavrov ji bona korîdorên însanî soz neda

Wezîrê Derva yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba  li Regnum Carya Otêlê ya li Antalyayê piştî civînê di daxuyaniya çapemeniyê de axivî.

Dmîtro Kuleba ragihand  ku  “Wezîrê Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov soz neda, lê dîsa jî got ku wê bi rayedarên eleqedar re der barê vê mijarê da biaxive.”

Kuleba diyar kir di civînê de li hev kirine ku dîsa bi vî awayî (mîna Antalyayê) bên ba hev û wiha got, "Eger pêwîstiya çareseriyê çêbe ez dixwazim em cardin bên ba hev."

Kuleba destnîşan kir sekinandina şer di destê wan de nîne û got eger dewleta ku êrîşî wan dike vî tiştî nexwaze ew nikarin şer bidin sekinandin.

Wezîrê Derva yê Ukraynayê der barê hevdîtineke din de got gava aliyê Rûsan çi çaxê ji bona hevdîtinê amade be ew jî dê wê demê amade bin.

Kuleba got ku ez li vir (li Antalyayê) wekî wezîrekî derva ku rayeya min ya biryarê heye ji bona çareseriyê hatim, lê ew (Lavrov) tenê ji bona guhdarkirinê hatiye.

Derbarê agirbestê de jî Kuleba da zanîn ku lihevkirin çênabe û wiha got: "Em li ser agirbesta 24 saetî axivîn. Me daxwaza agirbestê kir. Di vî warî de me tu pêşketin bi dest nexist. Xuya ye ku biryardarên din ên Rûsî jî pêwîst ji bo zelalkirina vê mijarê bikevin dewrê.”

Lavrov: Ti tişt cihê gotûbêjan nagire

 

Wezîrê Derva yê Rûsyayê Lavrov piştî civînê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Yên ku ji Ukraynayê re çekan dişînin berpirsiyarê tevgerên xwe ne. Kesên ku şervanên kirêkirî teşwîq dikin jî berpirsiyarê vî tiştî ne."

Sergey Lavrov  diyar kir ku wan ew aliyê din piştrast kir ku pêşniyaza waan a ku rojane korîdorên mirovî bên vekirin hêj derbas dibe û got: “Em naxwazin ku bi ti awayî rêya mizakereya rastîn bi awayekî şaş bê bikaranîn. Îro ev hat fehmkirin ku ti tişt cihê gotûbêjan nagire."

Lavrov got: “Gelê me bi tengasiyên curbecur re rû bi rû dimîne. Em hêvî dikin ku ji vê krîz bi silametî derkevin. Em dixwazin her kes bi vê hişmendiyê ji vê krîzê çareser bike. Em dixwazin Ukrayna dewleteke bêteref be. Gava em dijî berbelavbûna NATOyê derdikevin em bi tu awayî li hember nînin ku Ukrayna ewlehiya xwe pêk bîne."

 Derbarê peywendiyeke di navbera Putin û Zelenskiy de jî Lavrov got: “Putîn t wextî xwe ji danîna pêwendiyan dûr nake. Tenê em naxwazin ev pêwendî li ser gotinê bimîne. Me bi Kuleba re li ser vê mijarê axivî.”

Di beşeke din a axavtina xwe de Lavrov got: “Îdiayên ku Pentagonê li ser axa Ukraynayê bi dehan laboratuvarên biyolojîk ên eskerî ava kiriye fikarên me zêde dike. Em bersiva van pirsan dixwazin. Welatên rojava ji Ukraynayê tenê tiştekî dixwaze, dibêjin bila ev dewlet her gav li dijî Rûsyayê bixebite. Em dê meseleya sizayan wisa çareser bikin ku ti wextî hewceyî dewletên Rojavayî nebin. Em dê tedbîrên wisa hildin ku cardin nekevin rewşeke wiha."

Çavuşoglu piştî civîna sêalî peyama aştiyê da

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî civîna sêalî peyamek belav kir û got ku ew dixwazin aştî pêk bê.

Mevlut Çavuşoglu ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: "Di vê wexta ku hewcedarî herî zêde bi aştiyê heye de min hevpîşeyên xwe yên Rûs û Ukraynayî Lavrov û Kuleba re hevdîtineke sêalî kir. Hêviya me ew e ku li herêma me aştî ji nû ve bi cî bibe."

Çavuşoglu di peyama xwe da diyar kir ku di navbera Rûsya û Ukraynayê da ji bo domandina hewlên dîplomasiyê dê xebatên xwe berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst