Scholz û Macron ji Putîn agirbest xwestin

Hewlêr (Rûdaw)  - Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn xwestin ku li Ukraynayê agirbestê rabigihîne.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi têlefonê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn re axivîn.

Li gor agahiyên ji kesên nêzî hikûmeta Almanyayê hatin sitandin, di axaftinê de Almanya û Fransayê ji Rûsyayê xwestin ku bila demildest li Ukraynayê agirbestê îlan bike.

Di axaftinê de Macron û Scholz gotin çareseriyeke ji bo krîza li Ukraynayê divê di encama gotubêjên Rûsya û Ukraynayê de were dîtin.

Hat gotin ku hersê serok jî hevnêrîn bûn ku di rojên pêşiya me de peywendiyên xwe bidomînin.

Ew yek di demekê de ye, ku îro Pêncşemê 10ê Adarê, êrîşa Rûsyayê bo ser Ukrayanyê derbasî roja xwe ya 15an bû.

Artêşa Rûsyayê tevî ku hewl dide ber bi pêş ve biçe û dorpêça li ser bajarên mezin ên Ukraynayê û bi taybet jî Kyiv a paytext, Kharkiv û Chernihiv tundtir dike, li 5 bajaran agirbest ragihandiye.

Ajansa Koçberan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî dibêje, ji destpêka êrîşa Rûsyayê ve zêdeyî 2 milyon kes ji Ukraynayê koçber bûne.

Berpirsê UNHCR, Filippo Grandi roja Sêşembê 8ê Adarê ragihand, tişta ku çêdibe mezintirîn krîza koçberiye ye li Ewropayê piştî Şerê Cîhanî yê Duyem, ji ber ku hejmara koçberan gelek bilez zêde dibe.

Her îro civîna sêalî ya bi beşdarbûna wezîrên derva yên Rûsya-Ukrayna-Tirkiyê ku li Antalyayê bi navbeynkariya Tirkiyeyê hat lidarxistin, lê ti encamek bo rawestandina şer derneket.