Papa Francis: Bo pêşwaziya germ spasiya gelê Kurd dikim

Hewlêr (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Francis careke din di derbarê serdana xwe ya Herema Kurdistanê de peyamek belavkir û ragihand “Ji bo wê pêşwaziya wan ya germ ku li min kirine, careke din spasiya gelê Kurd dikim.”

Papayê Vatîkanê Papa Francis peyamek belav kir û tê de behsa pêşwaziya ji aliyê Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî ki dibêje “pêşwaziya Serokê Herema Kurdistanê ya ku li Hewlêrê li min kiribûn, peyama biratiyê bû.”

Herwiha Papa Francis li ser serdana xwe ya Hewlêrê jî wiha got ““Ji bo wê pêşwaziya wan ya germ ku li min kirine, careke din spasiya gelê Kurd dikim.”

Roja 7ê Adara 2021ê, Papa giheşt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ew jî yekem serdana Papa bû bo Hewlêrê ku wekî serdaneke mêjûyî tê dîtin. Serokê Herêma Kurdistanê di dema pêşwaziyê de amaje bi vê yekê kir: “Em bi hemî pêkhateyê Kurdistanê ve, bi vê serdanê şanaz in û her li gel aştî û danûstandinê ne.”

Papa Francis di serdana xwe ya Hewlêrê de li stadyuma Franso Herîrî ya Hewlêrê bi beşdarbuna 10 hezar kesan ayîneke dîrokî pêk anî.

Piştî serdana bo Hewlêrê, Papa Francis li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û berpirsên din ve malavayî lê hat kirin.