Almanya wêneyên Ocalan û 33 dirûşm û alayên PKKê qedexe kir

10-03-2017
RÛDAW
Li gorî Spiegel Online, Wezareta Navxwe ya Almanya ew biryar ji bo hikûmetên xwecihî yên Almanya şandiye.
Li gorî Spiegel Online, Wezareta Navxwe ya Almanya ew biryar ji bo hikûmetên xwecihî yên Almanya şandiye.
Nîşan Almanya PKK Qedexe Abdullah Ocalan
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Almanyayê wêneyên Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ebdullah Ocalan û alayên PKKê hatin qedexekirin.

 

Li gor nûçeya Spiegel Online, Wezareta Navxweyî ya Almanyayê wêneyên Abdullah Ocalan û alayên PKKê qedexe kiriye.

 

Wazereta Navxweyî di 2ê Adarê de nivîseke ku ji 5 rûpelan pêk tê, şandiye rêveberên hêzên ewlehiyê û eyaletên Almanyayê.

Di nivîsê de wêneya Ocalan weke li ser berga kesk û zer hatiye diyarkirin. Herwiha di biryarê de hatiye aşkerakirin ku 33 ala û logoyên PKKê qedexe ne.

 

Di nav van alayan de, ala Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî heye.

 

Li gor Spiegel Online berdevkekî ji Wezareta Navxweyî diyar kiriye, armanca vê biryarê ew e ku li Almanyayê çalakiyên PKKê sînordar bikin.

 

Almanya ji 22ê Mijdara 1993an ve çalakiyên PKKê qedexe kiriye. Herwiha ji vê dîroka navborî heta niha, li dijî alîgirên PKKê li dadagehên Almanyayê hin doz hatine vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst