Greenlandê di 20 salan de 4.7 tirilyon ton qeşa ji dest daye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolîneke nû ya hevbeş a çend peymangehên Danmarkê, di 20 salên bihorî de 4 tirliyon û 700 milyar ton qeşaya Greenlandê heliyaye, vê yekê jî wiha kiriye asta ava deryayê 1.2 santîmetran bilind bibe.

Li rojhilatê Afrîqayê, li gor Programa Xoraka Cîhanî (WFP), guherîna keşûhewayê 13 milyon kes rûbirûyê hişkesalî û birçîbûnê kiriye.

Mihemed Adem, welatiyê Athyopiyayê dibêje, “Ji du salên borî ve ti baranek nebariya ye. Berê me qet ev hişkesalî nedîtibû. Niha em tenê babelîska xweliyê dibînin. Em ditirsin bibe wek beyabanê û me bitemirîne û bibe gora me.”

WFP dibêje xelkê welatên Athyopiya, Somal û Kenyayê rûbirûyê xirabtirîn hişkesalî dibin, ku ji sala 1981ê ve ev wêne nebûye.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, zêdeyî 6 milyon kes li Athiopia û zêdetirî 7 milyonên din li Somalê pêwîstiya wan bi alîkariya bilez heye.

Shaun Hughes, şêwirmendê WFP diyar dike, “Hûn dibînin ev demsalên hişkesaliyê yek li pey yekê ye, zêde dijwar in bo xelkê navçeyê, lewra WFP daxwaza dabînkirina bilez a 327 milyon doloar dike daku alîkariyê bigihîne 4 milyon û 500 hezar kes li wan navçeyên ku xirabtirîn bandor li ser wan heye, ji bo xwarin, çareserî û pêdiviyên rêgirtina li bedxwarinê dabîn bikin, ku li navçeyê di zêdebûnê de ye.”

Derdana gazên gerimker bo nav hewaya erdê ji encamên şewatên karbonî ne ku ji sedemên serekî ya asêbûna germayê û guherîna keşûhewayê têne dîtin.

Li gor amarên fermangeha niştîmanî ya oqyanosya û hewyê ya Amerîkayê, zêdebûna gaza mîtan li nav hewaya erdê, sê qat li pêş qonaxa pîşesaziyê zêde bûye, ku ev gaz 20 qat ji ya Oksîda duyem a karbonê metirsîdartire