54 senator ji bo Biden: Tirkiye bi bêşermî êrîşî Kurdan kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Bêtirî nîvê senatorên Amerîka daxwaz dikin ku îdareya Koşka Spî "guşarên bêtir" li ser Tirkiyê û serokê wê Receb Teyib Erdogan bike; bi sedema êrîşa Erdogan û Tirkiyê li ser Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, desttêwerdana wan li Sûriyê û binpêkirina mafên mirov li hundirê Tirkiyeyê.

54 senatorên amerîkî ku ser bi her du partiyên Amerîka ne, di nameyekê de daxwaz ji Serokê Amerîka Joe Biden kirin, helwesteke zelal li hember Erdogan nîşan bide, nexasim bi sedema karên Tirkiyê û reftara wê bi mijara Sûriyê re û herwisa pirsgirêkên navxwe yên Tirkiyê, nemaze mijara mafên mirov li wî welatî. Senatorê Komarî Marco Rubio û Senatorê Demokrat Ron Wyden serkirdatiya vê hewldana senatorên Amerîkayê kirine.

Wan nameyeke taybet ji Biden re nivîsîne û li jêr nameyê ji bilî îmzeya xwe, îmzeya 52 senatorên din jî bi cih kirine.

Wan di nameyê de nivîsîne: "Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan opozisyona Tirkiyê piştguh xistiye, medyaya welatê xwe serkut û bêdeng kiriye".

Bi baweriya wan senatoran "Erdogan Tirkiyê bi arasteyeke pawanxwaziya desthilatê ve biriye", bi awayekî sîstematîk opozisyon piştguh kiriye û rê li medyayan jî digire wî rexne bikin". Herwisa dibêjin: "Erdogan destê xwe xistiye proseya dadweriyê li Tirkiyê û çend dadgerr bi wan dadgerrên ku dilsozên wî û hizba wî ne guhertine".

Senatorên amerîkî qala wê yekê jî dikin ku: "Erdogan ji bo bêdengkirina medyayê hejmarek rojnamevan xistin zindanê..tenê Çîn li pêşiya Tirkiyê ye di zindankirina rojnamevanan de".

Têkildarî Rojavayê Kurdistanê Rubio û Wyden bi piştevaniya îmzeya 52 senatoran amaje pê kirine ku, Tirkiyê di çend salên borî de bi bêşermî êrîşî ser Kurdan li Sûriyê kir, di demekê de ew bi piştevaniya Amerîka li dijî DAIŞê şer dikin".

Mijareke din ji mijarên ku senatorên amerîkî qal kirine û doz dikin Biden jê bêdeng nebe kirrîna sîstema bergiriyê ya S400 a Rûsyayê ye. Herwihsa kêşeyên herêma Nagorno Qerebaxê ji bîr nekirine û dibêjin: "Erdogan Azerbaycan han da şîdetê bi kar bîne ji bona çêkirina nakokiya navçeyî bi Ermenistanê re".

Sûriye û Rojavayê Kurdistanê

Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di dema borî de bûne xaleke giring a têkiliyên navbera Tirkiye û Amerîka. Tirkiye ji 2016an ve dest bi operasyonên eskerî li Sûriyê kir û piraniya operasyonên wê jî Rojavayê Kurdistanê kirin armanc.

Her çiqas Amerîka piştevaniya YPG û Kurdan li Rojavayê Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de dike û wek hevbeşekî Amerîka di wî şerî de dihatin hesibandin, lê Tirkiyê misêwa guvaş didanîn ser Amerîka û hevpeymanan ji bo danîna zona aram li wê deverê bi hênceta bicihkirina bêtirî sê milyon penaberên Sûrî.

Tirkiyê hergav ew penaber wek kerteke guvaşê li hember Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bi kar dianîn.

Îdareya berê ya Amerîka bi serkirdatiya Donald Trump zêdebarî cudahiya nêrînan û kêşeyên navbera Amerîka û Tirkiyê di mijara Sûriyê de, lê bi kişandina eskerên xwe di cotmeha 2019an de rê ji Tirkiyê re vekir operasyoneke dî ya eskerî li dijî Rojavayê Kurdistanê bike.

Her di dema borî de jî, Tirkiyê dest bi êrîşên xwe li ser Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê kir bêyî ku îdareya borî rê li Tirkiyê bigire. Ev mijar heta niha jî cihê nerazîtiya hejmarek ji senatorên amerîkî û berpirsên Amerîka ye û wê demê jî ku Trump biryara kişandina hêzan ji Rojavayê Kurdistanê da, hin rayedarên Amerîkî ew pêngav wek firotin û pişta xwe dana Kurdan wesf kirin, di demekê de ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê hevpeymanekî sereke yê Amerîka bû di şerê li dijî DAIŞê de.

Serokê Amerîka Joe Biden wê çaxê yek bû ji kesên bi tundî rexne li Donald Trump dikir li vekirina rê bo Tirkiyê bo êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê. Di yek ji panelan de dema hêj di pêşbaziya navxwe ya Demokratan de bû da ku bibe berbijêrê partiyê ji bo hilbijartina serokatiyê, Biden gotibû heke ew bibe serok, hewl dide guvaşên bêtir dane ser Erdogan û rê li pawanxwaziyên wî bigire.

Sîstema bergiriyê ya S400

Kirrîna sîstema bergiriyê ya S400 a Rûsî ji hêla Tirkiyê ve, xaleke dî ya nakokiya siyasî di navbera Tirkiyê û Amerîka de ye. Vê babetê kir ku têkiliyên Amerîka û Tirkiyê derbasî qonaxeke nû bibin.

Zêdebarî nerazîtiyên Amerîka, Tirkiyê di temmûza 2019an de sîstema Rûsî kirrî û di cotmeha 2020an de ceriband.

Tirkiyê dibêje, her vê yekê kir ku Amerîka firotina firokeya F35ê bi Tirkiyê ragire.

Kirrîna sîstema bergiriyê ya S400 a Rûsî ji bo Amerîka û endamên NATO jî ne asayî bû. Amerîka gelek fişar danîn ser Tirkiyê, lê Tirkiyê rijd bû li ser ceribandina sîstema Rûsî di cotmeha borî de.

Lewra di berfanbara çûyî de, bi rasparteya Kongresê, îdareya berê ya Amerîka ceza li ser serokatiya pîşesaziya bergiriya Tirkiyê sepand.

Amerîka ew cezayê Tirkiyê li gor yasaya rûbirûbûna dijayetîkirina Amerîka bi rêya cezayan ango yasaya CAATSA, ceza kir; li gor wê yasayê di benda 231ê de Amerîka dikare ceza li ser her aliyekî bisepîne heke bixwaze miameleya berfireh a eskerî ligel sîstema bergiriya Rûsya yan sektora hewalgiriya Rûsî bike.

Danîna wê cezayê hêj dawî li kêşeyê neaniye, berî hefteyekê şêwirmendê asayîşa netewî ya Koşka Spî Jake Sullivan di pêwendiyeke telefonî de ligel şêwirmendê bilind ê serokê Tirkiyê Îbrahîm Kalin, careke din qala pirsa kirrîna sîstema bergiriyê ya S400 a Rûsî kir û nîgeraniya îdareya niha jî bi wî berpirsê Tirkiyê ragihand.

Mafê mirov

Kêşeya mafê mirov li Tirkiyê mijareke dî ya giring e li ba Amerîkayê. Di nameya senatorê Amerîkî de jî giringiya zêde pê hatiye dan û tê de behsa rewşa mafê mriov bi giştî, sîstema dadwerî û pirsa rojnamevanî li Tirkiyê hatiye kirin.

Nemaze piştî hewla derbeya faşîl a sala 2016 Erdogan her zû Fethulla Gulen tometbar kir ku destê wî di derbeyê de hebû, piştî vê jî dest bi girtina alîgirên Gulen kir. Herwiha, hejmareke zêde ya karmend, mamosta, akademîst û dadgerran ji karên wan dûr xistin.

Ji wan mijaran jî ku têkildarî mafê mirov in li Tirkiyê û li ba Amerîka giring in pêk tên ji zindanîkirina lîder û endamên partiyên dijber ên Tirkiyê, guherîn û qewitandina dadgerran û desteserkirina pergala dadwerî ji aliyê Erdogan ve.

Herwisa bêdengkirina medyayan û zindanîkirin û dadgehîkirina rojnamevanan bi sedema rexnegirtina wan li Erdogan û desthilatdariya Tirkiyê.

Lîbya, Yûnan û Azerbaycan

Ji bilî mijarên gotî, Amerîka di çend pirsên din ên cîhanî de, nêrînên wê ji yên Tirkiyê cihê ne û dilgiraniya xwe jî ji konevaniyên Tirkiyê têkildarî wan pirsan nîşan daye.

Yek ji wan alozî û kêşeyên navbera Tirkiyê û Yûnanê ne bi sedema sînorên rojhilatê Deryaya Spî.

Tirkiyê ji dawiya sala 2019an ve biryar da dest bi proseya gera li dû çavkaniyên enerjiyê li rojhilatê Deryaya Spî bike. Ev bû sedema nerazîtiya Yûnan û welatên YE û bû sedema alozî û kêşeyan di navbera Yûnan û Tirkiyê wek du endamên hevpeymaniya NATOyê.

Piştevaniyên Tirkiyê bo Azerbaycanê di şerê Nagorno Qerebax di îlona 2020an de, dilgiraniyeke dî ya Amerîka ye û wê çaxê jî rayedarên Amerîka, Tirkiyê bi piştevanîkirina li Azerbaycanê û xweşkirina şerê Azerbaycan û Ermenistanê tometbar dikirin.

Lîbya pirseke dî ya sereke ye ku Amerîka û hevpeymanên wê ji miamelekirina Tirkiyê ligel Lîbya û piştevanîkirina yek ji aliyên nakok ên Lîbyayê dilgiran in.

Amerîka û NY jî çend neqlan doz li Tirkiyê kirin çek û eskeran neşîne Lîbya û piştevaniya tu aliyekî Lîbî neke daku danûstandin di navbera Lîbîyan de dest pê bike, lê Tirkiyê hêj di hevkarîkirina hikûmeta Terablusê bi serkirdatiya Fayiz Serac berdewam e.

Teksta nameya 54 senatoran ji Joe Biden re derbarê Tirkiyê

Civata Pîrên Amrerîka

Washington, D.C. 20510

9ê sibata 2021

Rêzdar Joseph Biden

Serok

Koşka Spî

1600 Kolana Pennsylvania

Washington, D.C. 20500

 

Serokê rêzdar…

Em pîrozbahiyê li te dikin bi boneya sondxwarina we wek 46emîn serokê DYA. Wek berbijêrekî serokatiyê, we qala bihêzkirina hevpeymanên me û bilindragirtina demokrasiyê kir wek sûrekî li pêşber hilkişîna şepêla cîhanî ya pawanxwazî.

Em jî ji mêj ve ye xwedan heman baweriyê ne, em derbarê rewşa niha ya mafê mirov li Tirkiyê dinivîsin û dozê ji we dikin zextê li ser hikûmeta Tirkiyê bikin ji bo baştirkirina wê tomara kêşedar ku wê di vî warî de heye.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan welatê xwe bi rêyeke pawanxwazî de biriye jêr. Wî bi sîstematîk dijberiya hundir piştguh kiriye, çavkaniyên medyayî bêdeng yan serkut kirine, dadgerrên serbixwe tune kirine û li dewsa wan ew danîne ku dilsozên partiya wî ne û hejmareke zêde ya rojnamevanan jî xistiye zindanan.

Komîteya parastina rojnamevanan Tirkiyê wisa rêz kiriye ku tenê Çîn li pey wî ye di aliyê girtina karmendên medyayê de. Xaneya Azadî- jî li gor rapora 2020 a azadiyê li cîhanê, Tirkiyê wek welatekî (neazad) rêzbend kir.

Rapora sala 2019an a Wezareta Derve ya Amerîka taybet bi têbîniyên li ser mafê mirov li wî welatî amaje pê kiriye: "Li gor yasayeke beloq a dijî-terorê hikûmetê azadiyên sereke sînordar kiriye û desthilata yasayî ji xwe re bi kar aniye".

Konevaniya derve ya serok Erdogan di dema borî de êrîşkarane bû.

Di çend salên borî de bêşermane êrîş biriye ser wan Kurdên ku bi piştevaniya Amerîka şerê DAIŞê li Sûriyê dikin, sîstema bergiriyê ya Rûsî kirrî, zêdebarî wan hişyariyên ku jê re hatin gotin ev ligel teknolojiya Amerîkî li hev nake.

Herwisa hana Azerbaycanê jî daye daku şîdetê bi kar bîne ji bo çêkirina nakokiya navçeyî ligel Ermenistanê.

Serok Erdogan hewl jî daye guvaşê dane ser Amerîka û welatên din jî ji bo radestkirina wan welatiyên Tirk ku wî ew tometbar kirine bi beşdarîkirina di derbeya faşîl a sala 2016an.

Hikûmeta Erdogan hewl jî daye rexnegirên xwe li Amerîka jî bêdeng bike, wek Enes Kanter, yarîzanê basketbola NBA û çalakvan û bergirîkarê mafê mirov, ew jî bi çavdêrîkirina malbata wî li Tirkiyê û danîna (têbîniya sor) a Interpolê li ser wî.

Tirkiye wek hevpeymaneke giring li devereke cîhanê ya giring dimîne, ev jî hokareke giring e ku wisa kiriye em îro vê nameyê binivîsin.

Baweriya me wisa ye ku divê DYA (Amerîka) bi standardeke bilind li hevpar û hevalbendên xwe meyze bike, bi eşkereyî bi wan re bipeyive derbarê mijarên taybet bi mafê mirov û paşvekişîna demokrasiyê.

Em dozê li we dikin hûn ji serok Erdogan û rêveberiya wî re tekez bikin ku pêwîst e ew di zûtirîn çax de dawî li serkutkirina opozisyonê li hundir û derve bînin, girtiyên konevanî û girtiyên derbirîna baweriyê azad bikin û rêya xwe ya desthilatxwaz jî biguhere.

Amerîka xwedan nerîteke du hizbî ye di geşekirina mafên seretayî yên mirov û bingehên demokratîk de. Baweriya me ya temamî bi berdewamiya li ser vê nerîta giring heye û em amade ne ji bo hevkarîkirina îdareya we di karkirina li ser van mijarên giring de.