Li Zelandaya Nû ji ber şewatê 3 hezar kesan malên xwe terk kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Girava Başûr a Zelandaya Nû ji ber şewata ku li daristanê belav bû bi hezaran kesî terka malên xwe kirin.

 

Li gor nûçeya BBCê li nêzîkî Nelsonê 6 roj berê şewatek derket û li herêma Tasmana bajaroka Wakefieldê ji ber bayê belav bû.


Hat ragihandin 3 hezar kesî malên xwe terk kirin.


Serokwezîra Zelandaya Nû Jacînda Ardern got ew hêvî dikin rewşa hewayê baş bibe ku şewat bi tevahî bê vemirandin.


23 firoke û 2 balafir jî beşdarî xebatên vemirandinê ya şewatê bûn.


Di dîroka wî welêt de ji sala 1955an vir ve ev şewata herî mezin e.