Pentagon: Tankên Abrams ji Heşda Şabî hatine wergirtin

Washington (Rûdaw) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon), ragihand ku tankên pêşketî yên corê “Abrams” li ba hinek grûbên çekdar ên nav Heşda Şabî hebûn û bikar jî anîne. Li gor Pentagonê, ew tank ji wan grûban hatine wergirtin û radestî hêzên ewlekariyê yên Iraqê hatine kirin.

 

Berdevkê Pentagonê Eric Pahon, da zanîn ku bo berpirsên leşkerî yên Amerîkayê zelal bûye hinek çekên Amerîkî, ji wan jî tankên corê Abrams ketine destê hinek grûbên nav Heşda Şabî û paşê ew çek ji aliyê wan grûban ve di şerê dijî DAIŞê de hatine bikaranîn.

 

Eric Pahon, diyar kir ku hejmara wan tankan nêzîka 9an bûye û niha ew hemû tank li hêzên ewlekariyê yên Iraqê hatine vegerandin. Pahon got: “Hikûmeta Iraqê, Heşda Şabî wek beşek ji hêzên ewlekariya welat dibîne, lê Amerîkayê qet çek nedane grûbên nav Heşda Şabî.”

 

Heşda Şabî û Artêşa Iraqê ne tenê di şerê DAIŞê ew çekên pêşketî yên Amerîkayê bikaranîn, lê roja 20.10.2017ê Heşda Şabî ji çend aliyan ve êrîşî bajarokê Pirdê kir û hewl da control bike, lê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê rûbirûyê wan bûn 7 êrîşên yel li pey yekê têkşikandin. Di wî şerî de Heşda Şabî û Artêşa Iraqê tankên Abrams ên Amerîkî dijî Pêşmerge bikaranîn û Pêşmergeyan jî tankek ji wan têkşikandin.

 

Bikaranîna wan çekan li dijî Kurd bû sedem ku hinek berpirsên Amerîkî gefa rawestandina alîkariya leşkerî bo Bexdayê bikin.

 


Wêneya tanka Abrams ku ji aliyê Pêşmerge ve li şerê Pirdê hatibû têkbirin