Li Amerîkayê di bin sînagogekê de tunel hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê New Yorkê ya Amerîkayê di binê sînagogekê de tunelên ku bi dizî hatine kolan hatin dîtin.

Polîsan gelek kesên ku li ber sînagogê nerazîbûn nîşan da desteser kirin.

Sînagoga bi navê Chabad-Lubavitch World Headquartersê ku li 770 Eastern Parkwaya Brooklyn Crown Heightsa New Yorkê ye û gelek Cihû diçin wir ji aliyê polîsan ve operasyonek lê hat kirin.

Di operasyonê de tunelên dizî yên li binê sînagogê hatin dîtin û gelek kesên ku li hemberî polîsan li ber xwe da û xwest bi rêya tunelan birevin hatin desteserkirin.

Li ser hesabên tora civakî hat îdiakirin ku tunel di dema pandemiyê de bi armanca bi dizî biçin îbadetê an jî ji bo ku jin bi dizî têkevin hundir hatine kolan.

Polîsan li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Li aliyê din, hin nûçeyên ku di medyaya Amerîkayê de cih girtine îdia dikin ku heta berî 6 mehan jî li ser kolandina tunelan xebat dihatin kirin.

Di dîmenên ku li ser hesabên tora civakî hatin belavkirin de, di hin beşên ku hatine kolandin de nivînên gemarî û kevn û beşên ku bi daran hatine çêkirin balê dikişînin.