Dadgeha Lîbyayê peymana di navbera hikûmeta Trablus û Tirkiyeyê de betal kir

10-01-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Lîbya Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyekî dadwerî got ku dadgeha temyîzê ya Lîbyayê peymana lêgerîna enerjiyê ya ku hikûmeta Trablusê sala borî bi Tirkiyê re îmze kiribû, ku Misir û Yunan pê ne razî bûn û ev yek jî krîza navxweyî ya Lîbyayê girantir kir, rawestand.

Di peymanê de derxistina neft û gazê di avên ku Enqere û Trablusê wekî yên xwe îlan kiribûn, lê Misir û Yunanê maf îdîa kiribûn, dihewand.

Peymana navborî rikaberiya li rojhilatê Deryaya Spî gurr kir û bû sedema krîzek siyasî di navbera Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Trablusê û Parlamentoya rojhilatê de, ku rewabûna wê red kir.

Li gorî nûçeya Reutersê Dadgeha Temyîzê ya Trablusê li ser biryarê hûrgiliyên zêdetir neda, lê mafê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî heye ku îtîrazê bike.

Di sala 2019an de, Tirkiyê alîkariyên leşkerî şand Trablusê da ku alîkariya wê bike ku li hember êrîşa hêzên rojhilatî ya bi piştgirîya Misirê li ser paytextê biparêze.

Di wê salê de, Enqere û Trablusê, tevî nerazîbûnên Misir û Yunanê, peymanek li ser dadweriyên deryayî yên li Rojhilatê Deryaya Spî îmze kiribûn.

Hikûmeta Yekitiya Neteweyî ya ku navenda wê li Trablusê ye, di destpêka sala 2021an de bi pêvajoya aştiyê ya bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî hat avakirin û di destpêkê de ji aliyê parlementoya rojhilatê ve hat piştgirîkirin.

Hikûmetê peywendiyên xwe yên nêzîk bi Tirkiyê re domand û di Cotmehê de peymana pêşîn a lêgerîna enerjiyê îmze kir, ku dadgehê duh rawestand.

Ev peyman ji aliyê parlemana rojhilatê, û her weha Misir û Yunanistanê ve hate red kirin, ku gotin ku hikûmeta Trablusê êdî ne xwedî desthilat e ku ti peymanek navneteweyî îmze bike.

Lîbya, ku sêyemîn hilberînerê herî mezin ê neftê li Afrîkaya Bakur e, ji dema serhildana bi piştgirîya NATOyê ku di sala 2011an de Muamer Qedafî hilweşand, di kaosê de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst