CHP û ÎYÎ Partiyê jî daxwza AK Partiyê red kirin

10-01-2023
RÛDAW
Nîşan AK Partî CHP ÎYÎ Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku CHP û ÎYÎ Partiyê jî daxwaza AK Partiyê ya ji bo hevdîtinekê bo gotûbêjkirina pêşniyarnameya guhertina destûra bingehîn red kirine.

Biryara ku îro di encama şêwra cîgirên serokên komên CHP û ÎYÎ Partiyê de hat girtin ji Koma AK Partiyê re hat ragihandin.

Li gor agahiyan, CHPê dosyayên parêzbendiyê yên endamê ÎYÎ Partiyê Lûtfû Turkkan û Parlamenterê CHP’ê yê Mêrsînê Alî Mahîr Basarîr weke sedema redkirina daxwaza AK Partiyê ya serdan û hevdîtinê nîşan daye.

Parlamenterê CHP'ê Ozgur Ozel jî ragihandiye, “Em û şirkê xwe yê tifaqê, me daxwaza hevdîtina red kir.”

Pêştir HDPê jî ragihandibû ku wan daxwaza AK Partiyê ya ji bo hevdîtinekê bo gotûbêjkirina pêşnûmeya guhertina destûra bingehîn red kiriye.

Serokwekîlê Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç duh Duşembê 9ê Çileya 2023an têkildarî mijarê diyar kir ,ku rêveberiya AK Partiyê ji bo pêşniyara guherandina destûra bingehîn daxwaza hevdîtinê ji wan kiriye, lê wan red kiriye.

Oluç got: “Rêveberên Koma AKPê ji partiya me daxwaz kirin ku roja Çarşemê bo gotubêjkirina pêşniyarnameya guhertina destûra bingehîn serdana partiya me bike. Me ev daxwaza wan di nav rêveberên partiya xwe û firaksiyona xwe de gotubêj kir û em gihiştin wê encamê; di demekê de ku dozeke tolhildanê doza daxistina HDPê bi hemû dijwariya xwe li dijî me berdewam dike em red bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst