Papayê Vatîkanê hikûmeta Îranê bi tundî rexne kir

Hewlêr (Rûdaw) – Bo yekemîn car Papayê Vatîkanê Papa Francis ji ber sepandin û cîbicîkirina cezayê darvekirinê ji bo xwepêşanderan, hikûmeta Îranê bi tundî rexne kir.

Papa Francis, roja Duşemê 9ê Çileya 2023an di gotara xwe ya salane de ji bo dîplomatên biyanî yên li Vatîkanê got, “Li cihên ku hêj darvekirin lê hene, mafê jiyanê di metirsiyê de ye, weke ku îro li Îranê wisa ye, piştî xwepêşandanên wê dawiyê yên ji bo rêzgirtina bêtir ji jinan.”

Rêberê Katolîkên cîhanê herwiha got, ti hikûmet nikarin bi behaneya dadperweriyê cezayê bidarvekirinê bisepîne û cîbicî bike, ji ber ku darvekirin “rê li ber tawanan nagire û ji bo qurbaniyan jî ne dadmendî ye, belku tenê xwesteka tolhildanê bihêz dike.”

Papayê Vatîkanê daxwaz kir ku cezayê îdamê li seranserê cîhanê nemîne û tekez kir, darvekirin mafê parastin û rûmeta kesan binpê dike. Papa got, “Divê em îhmal nekin ku her kes heta kêliya dawî ya jiyana xwe dikare poşman bibe û biguhere.”

Neteweyên Yekbûyî jî rojek berê sepandin û cîbicîkirina cezayê darvekirinê li Îranê bi tundî şermezar kiribû û weke “yek ji stûnên sereke yên hewlên rejîmê bo tepeserkirina xwepêşandanan” bi nav kiribû.

Piştî ku xwepêşandanên li Îranê kêmtir bûn û rewş li wî welatî aramtir bûye, hikûmeta Îranê dest bi darizandina hejmarek xwepêşanderên girtî kiriye û heta niha cezayê darvekirinê li ser 17 kesan sepandiye. Ji wan 17 kesan heta niha 4 kes hatine îdamkirin ku du ji wan duh li Kerecê hatin îdamkirin.