Koçberekî Kurd li Sirbistanê: Em sirê bûn û rojê du caran xwarinê didin me

10-01-2021
RÛDAW
Koçberê Kurd ê li Sirbistanê Hesen Ebdullah
Koçberê Kurd ê li Sirbistanê Hesen Ebdullah
Nîşan Sirbistan Koçber Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmarek koçberên Kurd li welatê Sirbistanê asê mane û ji ber demsala zivistanê û sir û sermayê di rewşeke gelek xirab de ne. Koçberekî Kurd ê ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, hewa gelek sar e û li kampan xizmetguzarî tune ye, di rojekê de du caran xwarinê didin me û ava germî jî tune ye ku em xwe bişon.

Ebdullah Hesen, koçberekî Kurd ê xelkê Kobanî ye ku hewl dide xwe bigihîne welatekî rojavayê ewropayê, lê ew û bi sedan koçberên din li welatê Sirbistanê asê mane. Ebdullah Hesen ji Rûdawê re got, zêdetirî hezar kes ji koçberên ku li Kampa Lîpa ya li Sirbistanê bi wan re ne, Kurd in û diyar kir, herî zêde koçberên Sûrî û yên ji Rojavayê Kurdistanê li wê derê ne.

Bi gotina wî koçberê Kurd, niha di demsala zivistanê de koçberên li Kampa Lîpa rastî gelek kêşeyan bûne, ku xwegermkirin û xwarin kêşeyên wan ên herî giring in.

Ebdullah Hesen ji Rûdawê re got, dema ku hinek alîkarî digihe kampê, koçber rêz dibin daku ji xwe re hinek xwarin werbigrin. Wî koçberê ji Kobaniyê diyar kir, “ava germ li hemaman nîne, ji xwe eger li kampê cihê hezar kesan hebe, wan sê hezar kes têde bicih kiriye.”

Piraniya koçberên li Kampa Lîpa ya Sirbistanê pêlav (solik) û cilûbergên pêwîst ji bo demsala zivistanê bi wan re tune ne. Ebdullah Hesen dibêje, polîsê Sirbistanê hin caran tê nav kampê û beşek ji koçberan bi otubusan vediguhêze bo kampên li ser sînorê Makedonya û Bulgaristanê, û ew kes jî divê 80 ta 90 euroyî bidin ji bo ku vegerin kampa xwe ya berê.

Mihemed Casir, koçberekî Pakistanî ye ku li heman kampê ye û ew jî dibêje, li kampê pirsgirêkên wan ên xizmetguzariyê gelek in. Casir ji Rûdawê re got; “evder gelek sar e, berf dibare, li vir li Kampa Lîpa me gelek pirsgirêk hene.”

Koçberên li Kampa Lîpa ji berpirsên xwecihî bê hêvî bûne û daxwaz dikin, Yekîtiya Ewropa pirsgirêkên wan çareser bike.

Mihemed Efsal koçberekî din ê li heman kampê behsa kêşeyên koçberan li kampê dike û dibêje: “Çend roj e min xwe neşuştiye. Elektrîka me nîne, peyama me ji bo berpirsên Yekîtiya Ewropayê ev e; em rica dikin alîkariya me bikin, çimku em di rewşeke gelek xirab de ne.”

Bi hezaran koçber li welatên Balkan ên weke Sirbistan  û Bosniy-Herzegovînayê asê mane û dixwazin sînor di rûyê wan de bên vekirin, daku xwe bigihînin welatên rojavayê ewropayê.

Rêxistina Navdewletî ya Koçê jî daxwaz ji berpirsên Bosniyayî û welatên din ên Ewropayê dike, di vê demsala sir û sermayê de alîkariyên temam bigihînin koçberan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst