Galeriya wêneyan

10-01-2021
35 Photos
RÛDAW

Di çend rojên derbasbûyî de pêleke berfbarînê Madrîda paytexta Spanya û piraniya navçeyên Castilla-La Mancha girtiye ber xwe û ji ber wê sedemê heta niha 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ajansa Niştimanî ya Keşûhewayê ya Spanyayê ragihand, di heyama 50 salên derbasbûyî de, bihêztirîn pêla berfbarînê ye li Madrîd û navçeyên derdorê ku nêzikî 50 santîmetran berf bariye.

Polîsê Niştimanî yê Spanyayê jî aşkere kir, di heyama du rojên borî de ji ber berfbarînê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên polîs du hevjîn li navçeya Endulusya bi otomobîlên xwe ve ketine nav pêleke tund a aşûtê û zilamê 54 salî bi mirî ji bin berfê hatiye derxistin û herwiha zilamekî din jî li bajarê Zaragoza ku dikeve bakurê Spanya ji ber daketina pileya germayê req bûye û jiyana xwe ji dest da.

Berfbarîna îsal a Spanyayê bûye sedema rawestiyana geştên asmanî û seferên trênan û bandoreke xerab li ser jiyana xelkê kiriye.

Wêne: AFP