Kesê bi şaxên ga êrişî ser Kongresê kiribû hat girtin

10-01-2021
RÛDAW
Nîşan QAnon Jacob Anthony Chansley Kongresa Amerîka Jake Angeli
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kesê ku di êrîşa li ser Kongrêsa Amerîka de şax ango qiloçê gayekê li ser serê xwe danîbû û wêneyên wî dengvedaneke mezin pêk anîbû hat girtin.

Zilamê bi navê Jacob Anthony Chansley ku bi Jake Angeli tê naskirin û 2 kesên din bi tohmeta êrîşkirina ser Kongresa Amerîkayê û reftarên xirab hatine girtin. 

Dozger daye xuyakirin Chansley ew kes bû ku dîmenên wî di medya cîhanê de belav bûn, şaxên ga li ser serê xwe danîbûn, xwe tazî kiribû, neyzeyek di destê wî de bû ku alaya Amerîka li ser bû û êrîş ser avahiya Kongrêsê kiriye. 

Chansley ku xwe bi yek ji alîgirên QAnon dide zanîn û dibêje Trump di şerekî veşartî de ye. 

Chansley ji polîs re gotiye ku ew çend kesên din ên niştimanperwer li ser daxwaza serokê Amerîka ji Arizona hatine

Ew du kesên din ku hatine girtin Derrick Evans ê 35 salî ku nû  weke nûnerê Virginia hatiye hilbijartin û herwiha Johnson û 36 salî jî ji Florida ye. 

Roja 6ê vê mehê alîgirên Donald Trump bi ser Kongresa Amerîkayê de girtin û dema hewl dan bikevin hundir tevlîhevî û alozî di navbera xelkê û hêzên ewlekariyê de çêbûn.

Li gor Polîsê Washingtonê di encama bûyeran de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane ku yek ji wan polîs e. Hevdem zêdeyî 52 kes jî hatine desteserkirin ku 47 kes li ser şikandina tedbîrên qedexeya çûn û hatinê bûn.

Herwiha piştî nîqaşeke tund û dûr û dirêj û aloziya avahiya Kapîtolê li Waşington DC, Encûmena Nûneran û Senata Amerîkayê roja 7ê mehê giliyên li ser encamên hilbijartina serokatiyê red kirin û dengên encûmena hilbijartinan pesend kirin û bi vî awayî Joe Biden bi fermî ji aliyê Kongresê ve weke 46mîn Serokê Amerîkayê hat pesendkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst