Hewlêr (Rûdaw)- Herdu birayên ku êrişî avahiya rojnameya Charlie Hebdo li paytexta Fransayê, Parîsê kirin û şevê din hatin kuştin, ser bi rêxistina Qaîde ve bûn û ew çekdarên ku di xwaringeheke Cihûyan li Parîsê de çend kes dîl girtibûn, girêdayî DAIŞê bû.
Şerîf Kuwaşî (32 salî) di dema ku li çapxaneyekê de li gundê Darmatan li bakurê Parîsê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû dûrpêçkirin bi rêya telefonê ji televizyoneke fransî re ragihand: “Min piştgiriyeke darayî ji serkideyê rêxistina Qaîde li Yemenê, Enwer Elewleqî wergirtiye.”
Şerîf herwiha got: “Rêxistina Qaîde li Yemenê min şandiye û ez li Yemenê ligel Enwer Elewleqî yê ku di îlona 2011 de hat kuştin, civiyame.”
Çavkaniyeke pilebilind ji îstixbarata Yemenê jî gotibû ku birayê Şerîf, Saîd Kiwaşî (34 salî) di sala 2011 de serdana Yemenê kiribû û ligel Enwer Elewleqî civiyabû.
Herwiha Amîdî Kulîbalî yê ku têkilitya wî bi Kiwaşî re heye û duh çend kes di nava xwaringeheke Cihûyan li Parîsê de dîl girtibûn, ji heman televizyona fransî re gotibû ku wî piştgiriya daye DAIŞê û wî pilana vê êrişa xwe ligel Şerîf û Saîd Kiwaşî daniye.
Serokwezîrê Fransa Manuel Valls di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihand ku, di erişên çend rojên borî de li Fransayê 17 kes hatin kuştin.
Rêkxistina Qaîde li Yemenê berpirsyariya êrişa li ser rojnameya Charlie Hebdo li Parîsê ku di encam de 12 kes hatin kuştin û 11 kesên din birîndar bûn, girte stûyê xwe.
Serkirdeyê wê rêixstinê, Haris Elnezarî bi rêya tomareke deng ve piştrast kir ku herdu birayên ku êrişî avahiya wê rojnameyê kiribûn, yên bi navê Saîd û Şerîf Kiwaşî têkiliya wan bi rêxistina Qaîde li Yemenê ve hebû.
Şerîf û birayê wî Saîd, kesek li nav avahiya çapxaneyekê li gundekî bakurê Parîsê dîl girtibûn û piştî destêwerdana hêzên ewlekariyê, ew herdu bira hatin kuştin.
Berpirsên îstixbarata Amerîkayê pêşbînî dikin ku Sîad Kiwaşî di sala 2011 de 2 mehan perwerdeya leşkerî li cem rêxistina Qaîde li Yemenê kiribe bi armanca ku vegere Fransa û êrişan pêk bîne.
Tohmetbarekî din ê bûyerê bi navê Hemûd Murad (18 salî) jî roja pêncşemê teslîmî polîs bibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse