Amerîkayê li ser HSDyê û teqînên li Qamişloyê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hevpeymanke girîng a welatî wî ye û polîtikaya wan a derbarê HSDyê nehatiye guherîn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller îro di civîneke rojnamegeriyê de bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.
Li Balafirgeha bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê îro dengên teqînên bihêz hatin bihîstin.
Matthew Miller derbarê wan teqînan got, “Embarên çekên kîmyayî yên Esed hatin rûxandin."
Miller li ser rûxandina deshilata Beşar Esed jî got, “Em piştgiriya guherîna aştiyane ya hikûmetê li Sûriyeyê dikin.
Em dê piştevaniya xelkê Sûriyeyê jî bikin.”
Li aliyê din, Miller derbarê pêwendiyên Amerîkayê yên bi HSDyê re jî wiha got:
“HSD hevkarekî girîng ê Amerîkayê ye. Di polîtîkaya me ya li hemberî wan de ti guherîn nînin.”
"Em dixwazin rageşî kêmtir bibin"
Li ser pirsa “Ji bo ku Tirkiye piştevaniya xwe ya ji bo van koman rawestîne û êrişên li dijî HSDyê rawestîne, ti hewldanên we çêbûne?” Miller wiha got:
“Me ev mijar bi Tirkiye û çend welatên din ên herêmê re gotûbêj kir. Me bi zelalî eşkere kir ku weke min berê jî gotibû, em dixwazin rageşî bên kêmkirin.
Em naxwazin ti aliyek ji vê rewşê sûd werbigire û aloziyê zêdetir bike.”