Awisturya û Almanyayê mafê penaberiyê ji bo Sûriyeyiyan rawestand
Hewlêr (Rûdaw) - Awisturya û Almanyayê piştî rûxandina desthilata Beşar Esed, helwesta xwe ya li ser rewşa penaberên Sûriyeyî eşkere kir.
Awisturya û Almanyayê biryar da ku mafê penabeiyê ji bo kesên ji Sûriyeyê rawestînin.
Şêwirmendê Awisturyayê Karl Nehammer diyar kir ku ew dê rewşa ewlehiyê ya li Sûriyeyê binirxînin û piştre biryarekê li ser penaberan bidin.
Wezareta Karên Navxwe ya Awisturyayê jî ragihand ku 12 hezar û 886 serlêdanên penaberiyê yên kesên ji Sûriyeyê hatine sekinandin.
Sûriyeyî mezintirîn koma etnîkî ya penaxwazan li Awisturyayê ne.
Tenê îsal 12 hezar û 871 Sûriyeyiyan li Awisturyayê daxwaza mafê penaberiyê kiriye.
Li aliyê din, Almanyayê dana mafê penaberiyê yê ji bo Sûriyeyiyan ragirt.
Wezîra Karên Navxwe yê Almanyayê Nancy Faeserê jî diyar kir ku ev biryar ji ber rewşa nediyar a li Sûriyeyê hatiye dayîn.
Nancy Faeserê wiha got:
"Dawiya zordariya hovane ya dîktator Esed, li Sûriyeyê rehetiyeke mezin ji bo wan kesên ku di bin zilma wî de anî.
Piraniya penaberên ku li Almanya ewle bûn, niha hêvî dikin ku vegerin welatê xwe û welatê xwe ji nû ve ava bikin."
Wezareta Karên Navxwe ya Almanyê diyar kir ku niha li wî welatî 974 hezar û 136 Sûriyeyî dijîn.
Ji van 5 hezar û 900 kesan mafê wergirtina manê heye.
321 hezar û 444 kes mafê penaberiyê heye û 329 hezar û 242 kesan jî mafê parastinê heye lê wan mafê penaberiyê wernegirtiye.
Her wiha li ser bi deh hezaran dosyayan biryar hîn jî nehatiye dayîn.
Serokwezîra berê ya Almanyayê Angela Merkelê sala 2015an biryar dabû ku milyonek Sûriyeyî yên ku ji şerê navxweyî yê wî welatî reviyane, wergire.