Hewlêr (Rûdaw) – Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham got, “Divê Amerîka rê nede ku Tirkiye û çekdar êrişî Kurdan bikin.”
Sanotorê Komariyan Lindsey Graham bi rêya hesabê xwe yê Xê bal kişand ser metirsiya DAIŞê û anî zimên:
“Divê em em piştrast bin ku 50 hezar DAIŞiyên ku li bakurrojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Kurdan ve tên girtin dê girtî bimînin.
Nabe ku ev bên berdan.”
Piştî ku desthilata Beşar Esed qediya û Tehrîr El Şamê paytexta Sûriyeyê kontrol kir kom û komikên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li Dêrezor û Minbicê êrişî hêzên Kurdan dikin.
“Em nikarin destûrê bidin Tirkiyeyê”
Lindsey Graham amaje bi êrişên van koman da û diyar kir:
“Em nikarin destûrê bidin ku Tirkiye û Îslamiyên radîkal Kurdên ku bi Amerîkayê re DAIŞ tune kiriye tehdîd bikin.”
“Ez ji bo sizakirina Tirkiyeyê amade me”
Graham destnîşan kir, eger Tirkiye êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bike dê DAIŞiyên girtî birevin û got:
“Di heqê hinek komên li bakurrojhilatê Sûriyeyê hinek dilgiriyaniyên meşrû yên Tirkiyeyê hene.
Lê eger di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de pevçûn çêbibin an jî Tirkiye êrişî hêzên Kurdan bike dê ev bibe sedema ku girtiyên DAIŞî firar bikin.
Min berê hinek siza amade kirin da ku eger Tirkiye êrişî Kurdan bike em li serê bisepînin.
Ez dîsa amade me ku vê bikim.”
“Êriş ji bo Amerîkayê rîskeke mezin e”
Graham di peyama xwe de got, “Kurdan alîkarî da ku Serok Trump DAIŞê ji holê rake.”
Senatorê Amerîkayê diyar kir, “Enqere ji bo parastina berjewendiyên xwe herêmeke bêçek a di navbera Tirkiye û bakurrojhilatê Sûriyeyê de heq dike.
Lê eger êrişî hêzên Kurdan ên li Sûriyeyê bike dê ev yek berjewendiyên Amerîkayê bixe bin rîskeke mezin.”
I appreciate the air strikes against ISIS targets in Syria, but it will not be enough. We have to ensure that the roughly 50,000 ISIS prisoners in northeastern Syria — being primarily held by Kurdish forces — are not released.
— Lindsey Graham (@LindseyGrahamSC) December 9, 2024
We should not allow the Kurdish forces — who helped…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse