Blinken: Rejîma Esed rê li ber rûxîna xwe vekir

09-12-2024
Nîşan Antony Blinken Beşar Esed Rûxîn Darizandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrên Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got, “Rejîma Esed ji sala 2011an ve pêvajoya siyasî red kir û rê li ber rûxîna xwe vekir.”

Tehrîr El Şamê doh Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.

Wezîrên Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li van rûdanan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

“Rejîma Esed rê li ber rûxîna xwe vekir”

Blinken ragihand ku Amerîka piştgiriyê dide “pêvajoya derbasbûnê ya aştiyane” û got:

“Rejîma Esed ji sala 2011an ve pêvajoya siyasî ya pêewle red kir û bawerî bi piştigirya nemirovane ya Rûsya û Îranê anî û bi vê yekê rê li ber rûxîna xwe vekir.”

Antony Blinken da zanîn, di pêvajoya derbasbûnê de mafê gelê Sûriyeyê heye ku bixwaze saziyên dewletê û civakên qurfok bên parastin û xizmetên bingehîn bên kirin.

Wezîrên Karên Derve yê Amerîkayê daxuyand ku dê ew û şirîkên xwe yên herêmî rûdanan ji nêzîk ve bişopînin.

“Em dê piştgiriyê bidin darizandina Esed”

Blinken diyar kir, “Em dê piştgiriyê bidin hewlên navneteweyî da ku Esed û aligirên wî ji ber sûcên xwe werin darizandin.”

Antony Blinken daxuyand ku ew daxuyaniyên mixalifan dişopînin û got, “Em dê ne tenê li gotinên wan, li kirinên wan jî binêrin.”

Blinken herî dawiyê bangî hemû aliyan kir ku sivîlan û mafên mirovan biparêzin û rêzê li hiqûqa mirovatiyê bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst