Blinken: Swêd û Fînlandê ji bo Tirkiyê gavên berbiçav avêtin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir ku Tirkiyê di mijara endamtiya Fînland û Swêdê ya NATOyê de fikarên girîng ên ewlekariyê aniye ziman, ji bo van fikaran çareser bike bi awayekî bi bandor prose hatiye bikaranîn û ew di wê baweriyê de ye ku di demeke kurt de dê her du welatan wek endamên NATOyê bibînin.

Blinken piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Fînlandê Pekka Havisto û Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom re civîneke çapemeniyê li dar xist.

Blinken diyar kir ku Fînland û Swêd amade ne bibin hevpeymanên NATOyê û bi bîr xist ku leşkerên her du welatan li Kosova, Afganistan, Iraq û Lîbyayê bi hêzên Amerîka û NATOyê re xizmetê dikin.

Blinken got, “Her du jî endamên 'hevkariya ji bo aştiyê' ya NATOyê û 'hevkariya bihêzkirî ya derfetê' ya NATOyê ne. Ev, bi eşkereyî, tê vê wateyê ku artêşên wan hema hema bi rengekî bêkêmasî bi hêzên Hevpeymaniyê re dixebitin.”

Blinken bertek nîşanî îdiayên ku Tirkiye pêvajoya endamtiya Fînland û Swêdê dereng xistiye jî da zanîn ku heta niha tu pêvajoya endamtiya NATOyê bi qasî pêvajoya endamtiya van her du welatan pêş neketiye û pêvajo bi awayekî guncaw dewam dike.

"Swêd û Fînlandê ji bo fikarên Tirkiyê gavên berbiçav avêtin"

Blinken diyar kir ku Swêd û Fînlandê hewl didin fikarên Tirkiyê sivik bikin û got, “Tirkiye di vê pêvajoyê de fikarên girîng ên ewlehiyê aniye ziman û pêvajo ji bo çareserkirina van fikaran bi bandor hatiye bikaranîn. Her du welatan bi Tirkiye û NATOyê re bi gavên berbiçav re ev fikar çareser kirin. Me dît ku her du welatan gavên berbiçav avêtin ji bo fikarên ku Tirkiye diyar kir. Ji ber vê yekê ez bawer im ku ev ê pêş de biçe. Di rêyeke rast de ne û em ê di demek nêzîk de wan wekî endam bibînin.”