Amerîkayê ji ber Supaya Pasdaran siza li ser karsazekî Tirk sepand

09-12-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sitki Ayan Supaya Pasdaran Siza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Amerîkayê bi hinceta ku li ser navê Supaya Pasdaran a Îranê di firotina petrolê de navbeynkariyê kiriye û pere veguhestiye, siza li ser karsazê Tirk Sitki Ayan û kompaniyên wî sepandiye.

Li gor nûçeya Reuterse ku dispêre rayedarên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, rayedarên Amerîkayê piştî belgeyên derbarê danîna girêbestên navneteweyî yên firotin û şandina petrola Îranê bi rêya şîrketên karsazê Tirk Sitki Ayan ketin tevgerê.

Di belgeyan de hat diyarkirin ku Ayan bi rêya şîrketên xwe bi awayekî ne yasayî pere veguhestiye û li ser navê Supaya Qudsê ya Îranê petrolê difiroşe.

Hat diyarkirin ku Ayan ji bo firotina petrola Îranê ya bi bihayê sed milyon dolaran bi gelek welatan bi taybetî Çîn û Îmaratê re peyman çêkiriye.

Bahaddin Ayanê kurê Sitki Ayan, şirîkê wî Kasim Oztaş û şirîkên wî yên din jî di nav de siza li ser 26 kompaniyan hatiye sepadin.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku sermayeyên Ayan û şîrketên wî yên li Amerîkayê hatin cemidandin û bazirganiya li wî welatî hat qedexekirin. Wezaretê hişyarî da ku kesên bi şîrketên Ayan re dixebitin jî dê bi sizayan re rû bi rû bimînin.

Biryara sizayên Amerîka di demekê de hat ku pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê ji ber gelek mijaran aloz bûne, ji wan nakokiyên li ser pirsa Sûriyê û kirîna sîstema berevaniya asmanî ya Rûsyayê ji aliyê Enqerê ve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst