Li Almanyayê toreke mezin a qaçaxçiyên koçberan hat girtin

09-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên emnî yên Almanyayê ragihandin ku di operasyonekê de li çend deverên wî welatî, toreke mezin a qaçaxçiyên koçberan hatiye girtin.

Polîsê Federal ê Almanyayê di daxuyaniya xwe de got, wan li 14 cihan operasyon kirine û di wê tora qaçaxçiyan de 60 kes hene.

Hatiye ragihandin 2 ji kesên hatine girtin xelkê Iraqê û 2 kesên din jî xelkê Sûriyê ne.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, wê tora qaçaxçiyan 300 koçber bi qaçaxî derbasî welatên Ewropayê û bi taybet Almanyayê kirine. Herwiha piraniya koçberên ku wê torê bi qaçaxî derbasî Almanyayê kirine xelkê Sûriyê bûne.

Li gor daxuyaniya Polîsê Federal ê Almanyayê qaçaxçiyan ji 3,500 heta 10,000 Euroyan ji her koçberekî wergirtine ji bo ku wan bigihînin Almanyayê.

Polîsan herwiha gotin ku wan qaçaxciyan berê koçber ji Belarusê bi qaçaxî derbasî Polandayê dikirin û piştre jî bi rêya otomobîlan mirov dibirin welatên Balkan.

Herwiha hatiye ragihandin ku gelek caran qaçaxciyan gefa kuştinê li koçberan xwarine.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst