Serokê Rûsya û Serokê Ukraynayê yekem car li Normandyê dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Pirsgirêka Ukraynayê, yek ji pirsgirêkên sereke yên cîhanê ye û heya niha jî milmilaneya di navbera Amerîka û Rûsyayê ya li ser wê navçeyê berdewam e. Serokê Rûsya Vladimir Putîn û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky yekem car li Normandyê dicivin.

Di çarçoveya kêmkirin û çareserkirina dayîmî ya wê pirsgirêkê de, çendîn car in ku berpirsên Fransa, Almanya, Rûsya û Ukrayna di astên bilind de dicivin û biryar e civînekî din jî li bajarê Parîsê yê Fransayê encam bidin.

Serokê Ukraynayê jî dibêje, divê destpêkê aliyên peywendîdar bihev re rûnin û gotûbêjan li ser awayê çareserkirina wê krîzê bikin û dibêje jî, ti rêkeftinek tine ye ku ew bi danûstandinê nekaribin xwe bigihînînê.

Adara 2014an, şer û pevçûn di navbera Artêşa Ukraine û grûpên çekdar ên wî welatî, ku nêzîkî Rûsyayê ne, li Herêma Donbas, li rojhilatê Ukraine, destpê kir.

Piştî derbasbûna 2 mehan, bi ser wî şerî de, serkirdeyên Fransa, Almanya, Rûsya û Ukraine li perawîza 70emîn salvegera roja serkeftinê, li Normandy, li Fransayê civiyan û ew pirs gotûbêj kir.

Ji wê demê ve, ew grûp dicive û armanca wan a sereke bidawîanîna bi krîza Ukraynayê ye.

Civîna vê carê ya wê grûpê, îro li Parîsê tê kirin û Rûsya jî daxwaza helwesteke zelal ji Ukraynayê dike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje: “Me behsa pirsa Ukraynayê kir û helwesteke me ya hevbeş heye. Girîng e rêkeftina Mînsk, ku bi biryara 2202 ji aliyê Encûmena Asayişê ve hatiye pesendkirin, bê cîbicîkirin. Em hêvî dikin planên berpirsên Ukraynayê li civîna Normandy li Parîsê zelal bin."

Ciyawaziya civîna vê carê ew e ku serokekî nû yê Ukraynayê heye. Zelensky yekem car e beşdariyê di vê civînê de dike û yekemîn car e jî, ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dicive.

Çavê serokê nû yê Ukraynayê li wê yekê ye, ku di vê civînê de, agirbesta herdemî ragihînin û avekê bi ser wî agirê rojhilatê Ukraynayê de, bikin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky dibêje: “Em bi rêya telefonê axivîn, lê ew telefon bû. Dixwazim rûbirû bibînim. Dixwazim li civîna Normandy têkgihiştin dirust bibe, ku hemû alî dixwazin, ji bo bidawîanîna vî şerê tajedîk. Bi rastî, dema em li ser yek maseyê rûnin, em dikarin vê hevtêgihiştinê dirust bikin."

Ji bilî serkirdeyên Rûsya, Ukraynayê, Fransa û Almayayê, çend caran serkirdeyên Belorussia, Îtalya û Brîtanyayê jî, li vê civîna çaralî beşdar bûn.

Li civîna sala 2015an jî, ku li Minsk birêve çû, ew çar welat gihiştin rêkeftina xwe ji bo ragihandina agirbestê, bi navê Mînsk, lê ew agirbest lerzok bû û gelek caran hate binpêkirin.