Danîmarka ji bo her penaberekî Sûrî 20 hezar dolar vediqetîne

Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Danîmarkayê 20 hezar dolar bo her penaberekî Sûrî vediqetîne eger vegerin welatê xwe.

 

Di rêkeftineke navbera hikûmeta Danîmarka û Partiya Gel a Rastigir a Radîkal de, hikûmetê 20 hezar dolar veqetandine bo her penaberekî Sûrî ku vegerin welatê xwe.

 

Veqetandina van pereyan di çarçoveya bernameya handana penaberan de ye bo vegera li welatê xwe.

 

Li gorî hikûmeta Danîmarkî, armanca veqetandina van pereyan ji bo penaberan ew e ku ew bikaribin jiyana xwe jinûve li welatê xwe yê resen ava bikin.

 

Rêkeftina navbera hikûmeta Danîmarkî û Partiya Gel a Rastgir di çarçoveya rêkeftina li ser bûdceya sala 2019an a wî welatî de hatiye kirin.