Ji Almanyayê derbarê koçberên Sûriyeyî de biryara dawîn

09-12-2017
RÛDAW
Nîşan Almanya Koçber Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Thomas de Maiziere ragihand, ku heta dawiya sala 2018ê, welatê wî ti koçbereke Sûriyeyî venagerîne welatên wan.

 

Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Thomas de Maiziere di civîneke çapemeniyê de da zanîn, ku ew li gel wezîrên navxwe yên herêmên Almanyayê civiyaye û li ser wê yekê li hev kirine ku heta dawiya sala 2018ê, ti koçbereke Sûriyeyî venagerîne welatên wan.

 

Thomas de Maiziere amaje bi wê yekê kir, ku li gel wezîrên navxwe yên herêman dê nirxandineke nû bikin û eger bigihin encamekê nû dê li gel hikûmetê gotûbêjê bikin lê eger ev yek pêk nehat, qedexeya hinardina Sûriyeyiyan ji bo welatê wan dê saleke din jî dirêj bikin.

 

Li gorî zanyariyên ne fermî, nêzîkî 400 hezar koçberên Sûriyeyî li Almanyayê dijîn, ku piraniya wan piştî destpêkirina krîza Sûriyê, ji sala 2011ê ve çûne Almanyayê.

 

Piraniya koçberên Sûriyeyî û welatên din jî piştî ku Serokwezîrê Almanyayê Angela Merkel biryar da deriyê welatê xwe ji koçberan re veke, vî welatî hildibijêrin.

 (N.S)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst