Almanya: 789 êriş li hemberî kampên koçberan

09-12-2015
RÛDAW
Nîşan Almanya Kampên koçberan Êriş
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Ji destpêka îsal ve heya niha li Almanyayê 789 êriş li hemberî kampên koçberan pêk hatine.

 

Ev zanyarî ji aliyê tora medyayê ya almanî “Funke Mediengruppe“ ve hatine belavkirin, ku xwe dispêrê statîstîkeke Daîreya Federal ya Tewanan (Bundeskriminalamts - BKA).

  

Di nav wan êrişan de 65 jê êrişên bi agir bûne. Li hemberî wê, di tevaya sala 2014ê de 6 êrişên bi agir pêk hatibûn.

 

Bi zêdebûna pêla koçberan ber bi Almanyayê ji destpêka îsal ve, hejmara êrişên li hemberî koçberan û kampên wan, herwiha rengên nîşandana nerazîbûna xelkê alman ji zêdebûna koçberan jî zêde bûne.

 

Li gor rapirsî û lêkolînan, zêdebûna pêla koçberan ber bi Almanyayê ve bûye sedema belavbûna nijadperestiyê jî di nav almanan de, herwiha bihêzbûna partiyên rastgir û nijadperest.

 

Ji destpêka salê ve bêtirî yek milyon koçber gihiştine Almanyayê û tê çaverêkirin ku heta dawiya salê ev hejar 1,1 milyonî derbas bike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst