Maria Zaxarova: Bêyî çareserkirina pirsgirêka Îsraîl û Filistînê behsa aramiyê nayê kirin

09-11-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Maria Zaxarova Rûsya Amerîka Filistîn Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand, “Bêyî çareserkirina pirsgirêka Îsraîl û Filistînê ya li ser bingeha hiqûqa navneteweyî, ne mimkun e ku behsa aramiya li herêma Rojhilata Navîn bê kirin.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarovayê li ser rewşa Rojhilata Navîn, şerê Hemas û Îsraîlê, êrişên grûpên çekdar ên li baregehên Amerîkayê û çend mijarên din bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şedadî da.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarovayê herwiha anî ziman:

“Zêdekirina hêzên serbazî li navçeya pevçûnan, bi taybetî hêzên Amerîkî yên li herêma Rojhilata Deryaya Naverast, herwiha daxuyaniyên şerxwaz û yên provokatîv, ew jî beşekî alozkirina rewşa heyî ne.”

Hevpeyvîna Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarovayê ya bi Rûdawê re:

Rûdaw: Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku Amerîka û hevpeymanên wê yên rojavayî Rojhilata Navîn ber bi şerekî mezin ve dikişînin.

Hat zanîn piştî êrişa mûşekî ya Amerîkayê ya li binkeya Pasdarên Îranê weke ku ew dibêjin, li Dêrezorê şer û pevçûn di navbera artêşa Sûriyeyê û leşkerên Amerîkayê de dest pê kiriye, ji xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê jî êriş bi berdewamî têne pêkanîn.

Yanî ji xeynî Îsraîl û Filistînê, îro çend welat êdî di nava pevçûnê de ne. Gelo Moskow behsa fikara şerekî hîn mezintir dike? DAIŞ, Tehrîr el-Şam û komên din ên radîkal jî dikarin li Sûriye û Îraqê çalaktir bibin?

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova: Rîskên global li herêmê li ber çavan e. Ew rîsk, ne tenê hewldana welatekî an jî komeke welatan e. Rîsk neçarserkirina pirsgirêkan e.

Li herêmê hejmareke mezin a pirsgirêkên neçareserkirî hene ku hemû rîskên potansiyel in. Tevî van pirsgirêkan, çaresernebûna pirsgirêka Îsraîl û Filistînê dibe sedem ku ew bibe ‘xala navendî’ ya ji bo gelek pirsgirêkan, bi taybetî jî, li cihê şer bixwe û li derdora wê.

Jixwe Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî behsa vê yekê kir û ne tenê vê carê, ne tenê di mehekê de, belkî çend sal in ku ji hemû hevkarên xwe yên Rojavayî re dibêje. Ji ber ku jibîrbirin an jî dan jibîrkirina ew bingeha hiqûqî ya navneteweyî ya pirsgirêka Îsraîl û Filistînê, mixabin rê li ber encameke vajî vedike. Ji ber ku tevahiya cîhanê bi çareseriya wê pevçûnê re mijûl bibe û lê ew dê dereng be. Ji ber ku alozbûna pevçûnê misoger e. Lavrov her tim behsa vê yekê dikir.

Bê çareseriyê; ku çareserî bi paqijiya etnîkî û bi hizrên bi hin manewreyên jeopolîtîkî yên derveyî hiqûqa navneteweyî nîne lê çareseriya rastîn a kûr li ser bingeha hiqûqê û li gorî berjewendiya aliyan û bi berterfkirina rîskan mimkun e. Çareseriya kûr a rastîn a vê pirsgirêka dîrokî û kevnbûyî vê pevçûnê, careke din dubare bikim, tenê li ser hiqûqa navneteweyî mimkun e.

Astengkirina ji aliya Washingtonê ve destpêşxeriyên ji bo agirbestê li Xezeyê di vê qonaxê de û xeta wê ya yekalî ku di maweya çendîn salên dawî de dimeşîne, wek ew dibêjin, ji bo parastina 'statukoyê' ye lê di rastiyê de, ev yek nexwestina pêkanîna hemû rêkeftinên berê ne ku welatan û gelan li ser li hev kiribû.   Ev hemû ji xwe dê bibin rîsk ji bo tundtirkirina çalakiyên terorîstî yên ku we jî amaje pê kir, herwiha dê bibin sedema berfirehbûna erdnigariya şeran û rê li ber beşdarîkirina di vê pevçûnê de, arîşeyên din ên potensiyal û arîşeyên heyî yên li herêmê jî veke. Ji wir pê de jî, dûr nîne ku bigihêje qonaxa 'apocaliptê'.

Herwiha, em her tim dibêjin, zêdekirina hêzên serbazî li navçeya pevçûnan, bi taybetî hêzên Amerîkî yên li herêma Rojhilata Deryaya Naverast, herwiha daxuyaniyên şerxwaz û yên provokatîv, ew jî beşekî alozkirina rewşa heyî ne. Bê guman, ti encameke erênî jê dernekeve, belkî rewşê hîn xirabtir bike.

Loma jî careke din, ew ê ku rêveberiya Federasyona Rûsyayê di çendîn salan de aniye ziman, dubare bikim, bêyî çareserkirina pirsgirêka Îsraîl û Filistînê li ser bingeha hiqûqa navneteweyî, ne mimkun e ku behsa aramiyê li herêma Rojhilata Navîn bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst