Rapor: Tirkiye di serweriya hiqûqê de welatê 148emîn e

09-11-2023
RÛDAW
Nîşan International IDEA Serweriya Hiqûqê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke Enstîtûya Alîkariyên Hilbijartinê û Demokrasiya Navdewletî  (International IDEA)  Tirkiye di kategoriya serweriya hiqûqê de di nav 173 welatên cîhanê de welatê 148emîn e.

Li gorî heman raporê Tirkiye yek ji wan 4 welatên li Ewropayê ye ku “ne demokratîk in.”

Berî niha Daîreya 3emîn a Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê derbarê parlamenterê girtî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay bicih nekir.

Piştî ku Daîreya 3emîn a Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn nasnekir, nîqaşên derbarê serweriya hiqûqê û serbixweyiya daraza Tirkiyeyê de bûye rojeva sereke ya wî welatî.

Li aliyê din, Enstîtûya Alîkariyên Hilbijartinê û Demokrasiya Navdewletî (International IDEA) ku navenda wê li Swêdê ye, rapora xwe ya bi navê Rewşa Cîhanî ya Demokrasiyê belav kir ku her sal li ser wê mijarê raporan amade dike.

Tirkiye di nav 173 welatan de welatê 148emîn e

Li gorî rapora saziya navborî, Tirkiye di warê serweriya hiqûqê de di nav 173 welatên cîhanê de welatê 148emîn e.

Tirkiye di heman kategoriyê de, ji 45 welatên Ewropayê jî ji dawiyê ve welatê duyemîn e.

Di raporê de Azerbaycan, Belarûs, Rûsya û Tirkiye ku li parzemîna Ewropayê ne welatên wekî “ne demokratîk” hatine diyarkirin.

Di raporê de Danîmarka, Norveç, Almanya, Swîsre û Swêd wekî welatên herî demokratîk hatine diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst