Hilbijartinên nîvwerzî yên Amerîkayê: Komarî li pêş in

09-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di hilbijartinên nîvwerzî angot nîva xula Kongrêsa Amerîkayê de hejmartina dengan berdewam e û li gor encamên destpêkê Komarî li pêş in.

Duh hilbijartinên nîvwerzî yên Kongrêsa Amerîka birêve çû û  hêj nehatiye zelalkirin ku di her du baskên kongreyê, Encûmena Nûneran û Encûmena Pîran de  kîjan partî dê xwedî piraniya dengan be.

Di hilbijartina duh de deng li ser her 435 endamên Encûmena Nûneran, 35 endamên Encûmena Pîran û 36 hakimên wîlayetan hat dayîn.

29 Komariyên û 36 Demokratên ku 6 salan di Senatoyê de temam nekiribûn neketin hilbijartinê.

Li gor encamên nefermî yên ku Associated Pressê (AP) ragihandine, herî dawîn li eyaletên Ohio û Carolinaya Bakur Komariyan hilbijartin qezenc kir.

Li New Hampshire, Oregon û Hawaiiyê jî Demokratan cardin her sê senator qezenc kirin.

Li gor encamên ku heta niha hatin eşkerekirin, Komariya 17, Demokratan 11 senator qezenc kirin. Ti partiyan kursiya xwe kêm nekiriye.

Li gor encamên ku hatine ragihandin, di senatoyê de Komariyan 46 kursî û Demokratan jî 47 kursî bi dest xistine û li 7 eyaletan jî hêj encam ne diyar in.

Helbijartinên nîvwerzî yên Kongrêsa Amerîkayê weke giştpirsyekê  li serkeftina serokê wî welatî tê dîtin.

Bi taybetî encamên Pennsylvania û Georgiayê wê encamê kifş bike ku piranî wê derbasî kîjan alî bibe. Vê gavê di senatoyê de 50 senatorên Komarparêz û 50 senatorên Demokrat hene. Kîjan alî 51 senatoran qezenc bike, piraniya senatoyê dikeve destê wî alî.

Ji bilî projeyasaya budçeyê, hemû projeyasayên din pêdivî bi dengên 60 senatoran heye.

Herwiha ew kesên wek serok bo postên girîng destnîşan dike, pêdivî bi razîbûna Encûmena Pîran heye, ji wan jî Wezîrê Derve, Dadwerên Dadgeha Bilind û Rêveberiya FBI.

Herwiha peymanname û ragihandina şer pêdivî bi razîbûna Encûmena Pîran heye.

Senator herwiha dikarin lêpirsînê ji serok bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst