Yekîtiya Ewropa: Divê cezayên zêdetir li ser Belarusê bên ferzkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Pileya germê li aliyê Belarusê ser sînorê Polandayê nêzîkê sifrê ye û polîsên Polandî jî li koçberan didin. Jin, zarok û mêr hemû bê cudahî birçî ne.

Koçberek li ser sînorê navbera Belarus û Polandayê dibêje, “Ava me ya vexwarinê nîne û xorak jî nîne, em nizanin heta çiqasî din divê çaverê bin?”

Koçberekî din dibêje, “Wek dibînî ev ne jiyaneke hêja ya mirovan e. Hindik maye em hemû ji nêza û sermayê bimrin.”

Polanda hê jî siyaseta hêzê dijî koçberan bikar tîne û navçe tejî polîs kiriye. Lê koçber ji polîsên Polandayê serhişktir in; li ser sînoran rêz bûne û Polanda û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê şilejandine.

Pawel Soloch, Serokê Ofîsa Asayîşa Niştimanî tekez dike, “Em rûbirûyê rewşeke gelekî giran bûne, lê bersiva vê pêla koçberan a ser sînorên xwe didin.”

Polanda dibêje, di çend hefteyên kêm ên borî de, bi hezaran koçberan sînorê wî welatî bezandine, lê êdî rê nadin tiştekî wiha.

Almanyayê alîkariya xorak û pêdiviyên serekî bo koçberan amade kiriye; lê hevdem daxwazê ji Yekîtiya Ewropayê dike ku karekî bike “ji ber Polanda yan Almanya nikarin bi tenê vê yekê çareser bikin” û herwiha dixwaze Yekîtiya Ewropayê ligel wan be bo çareserkirina vê pirsgirêkê.

Yekîtiya Ewropayê jî li ser zimanê Seroka Komisyona Yekîtiyê Ursula von der Leyen daxwaz ji welatên endam kir cezayên nû li ser Belarusê ferz bikin û got, bikaranîna koçberan bo mebestên siyasî “nayê qebûlkirin.”

Saziyên keşûhewayê pêşbînî dikin, ku pileyên germa wan cihên koçber lê kom bûne dakeve 6 pile jêr sifrê. Li gor pêşbîniya saziyên ewlekariyê jî, tê çaverêkirin ku rewş ber bi têkçûn û aloziyeke zêdetir ve biçe.