Çima Kurdan nekarîn piştî Şerê Yekem ê Cîhanî bibin xwedî dewlet?

09-11-2018
Loloxan
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurd Şerê yekem ê cîhanî Dewlet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 100 sal di ser bidawîbûna Şerê Yekem ê Cîhanî re derbas bûn. Wê şerê mezin ê cîhanî gelek bandor li cîhanê kir û piştre gelek dewletên nû li cîhanê hatin damezrandin, lê belê Kurdan piştî wî şerê mezin ti destkevtek bidest nexistin û nekarîn dewletekê damezrînin.

 

Roja 28ê Hezîrana 1914an, li Sarajevo ciwanekî Bosnayî teqe li mîratgirê desthilata împeratoryeta Nemsayî-Hengarî Franz Ferdinand û hevjîna wî kir û herdu di wê bûyerê de hatin kuştin.

 

Teqekirinê hejmarek bûyer bi xwe re anîn û derencam jî derketina Şerê Yekem ê Cîhanî bû. Leşkeran li seranserê Ewropayê berê xwe dan eniyên şer û roj bi roj şer mezintir bû.

 

Di 4ê Tebaxa 1914an de Brîtanya şerê li dijî Almanyayê ragihand û di naverasta Tebaxa heman salê de Almanyayê dest bi êrîşên ser Brukselê kir.

 

Piraniya kuştin û wêrankariyê li "Eniya Rojava" li Belçîka û Fransayê çêbû, lê cografyaya wê demê ya cîhanê cuda bû, lewra leşkerên welatên wek Hindistanê jî dianîn eniyên şer. Di sersala 1914an de, agirbesteke nefermî li hinek cihan hat ragihandin, lê zû şer destpê kir û heta bidawî bû, amarên cihê matmayînê hatin tomarkirin.

 

Zerarên Şerê Yekem ê Cîhanî:

Kuştin û birîndarbûna nêzîka 40 milyon kes

Nêzîkî 10 milyon leşker

8 milyon xelkê sivîl

Birîndarbûna nêzîka 22 milyon kes

 

Gelek derencamên wî şerî hebûn, ji wan ketina împeratoriyetên wek Almanya, Rûsya, Osmanî û Austiryayê  Hingarî û damezrandina dewletên nû li Ewropa û Rojhilata Navîn, lê Kurdistan di nav wan dewletan de nebû.

 

Mamostayê Zanîngehê, Goran Îbrahîm Salih ji Rûdawê re ragihand: “Piştî şerê yekem ê cîhanî gelek guhertin çêbûn û hejmarek biryarên giring di kongreya aştiyê ya Parîsê de hatin dayîn, ku di berjewendiya welatên herêmî de bûn. Berî her tiştî, ew acendaya ku welatên zihêz ên cîhanê hebûn, di piştgiriya welatên nû damezrandî yên herêmî yên weke Îran, Iraq û Tirkiyê de bû û berovajiyê xwesteka Kurd bû, ku wê demê dixwest weke wan dewletên din ên nû li herêmê, dewleta xwe hebe.”

 

Gelek asteng hebûn ku wiha kir Kurd piştî Şerê Yekem ê Cîhanî nebin xwedan dewlet, ji wan jî nebûna serkirdeyekî ku hemûyan li hev kom bike.

 

Goran Îbrahîm Salih  tekez dike: “Eger li ser asta navxweyî yê Kurd û eşîretên Kurd û ew tevgerên Kurdî ku wê serdemê hebûn, em temaşe bikin, em dikarin bibêjin ku yekîtiyek û yekgirtinek bikêrhatî di navbera wan de nebû, ku bikarin bizaveke bihêz jê dirist bikin û fişareke herêmî û navdewletî dirist bikin, da ku îtîrafê bi vê statuyê bikin. Piştî wê jî em dikarin bêjin, serkirdeyekî wiha niştimanî ku li ser asta hemû parçeyên Kurdistanê Kurdan bike yek, weke ku Mustefa Kemal Ataturk li Tirkiyê kir, weke ku Reza Şahê Pehlewî li Îranê kir, kurdan kesayetiyekî wisa nebûn, em dikarin bêjin ku serkirdeyekî niştîmanî nebû ku hemûyan di bin sîwanekê de li hev kom bike, daku bi bizaveke bihêz dewletekê ava bikin.”

 

Hemû ew welatên ku Kurdistana mezin li ser wan hat dabeşkirin, awayekî baş ê rêvebirinê peyrew nekirin ku Kurd bigihin mafên xwe. Kurd jî li ser xebata bidestxistina mafên xwe berdewam bûn û heta niha jî li her parçeyekî li ser wê xebatê berdewam in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst