Parîs - Merasîma 100 saliya bidawîbûna şerê yekem ê cîhanî tê sazkirin

Dusseldorf (Rûdaw) - Bi helkefta derbasbûna 100 salan di ser şerê cîhanê yê yekem re, li Parîs a paytexta Fransayê bi beşdariya 60 serkirdeyên welatan merasîmek tê lidarxistin.

 

Fransa dibêje, ew hêvîdar in ku şerên cîhanê yên yekem û duyem ji bo civaka navdewletî bûbin ezmûnek.

 

Ji aliyekî din ve tê pêşbînîkirin, ku serokê Amerîkayê Donald Trump bi armanca çareserkirina nakokiyan, bi awayekî cuda cuda li gel serokên Rûsya û Tirkiyê bicive.

 

Hevkarê me Zinar Şîno di vê derbarê de ev raporta vîdyoyî amade kiriye.