Yekem pêşkeşvanê robot ê nûçeyan bi cîhanê hat nasandin

09-11-2018
RÛDAW
Nîşan Pêşkeşvan Çîn Robot Cîhan
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li welatê Çînê di konferanseke înternetê de yekem pêşkeşvanê robot ê îngilîzîaxêv hat nasandin.

 

Ew pêşkeşvan li cîhanê yekem pêşkeşvanê robot e, ku bi zimanê îngilîzî diaxive û li gor yek ji pêşkeşvanên Ajansa Nûçeyan a  Xinhuayê Zhang Zhao hatiye çêkirin û dîmenê wî robotî pir bi zehmetî ji mirovan tê cudakirin.

 

Yekem pêşkeşvanê robot li Eyaleta Zhejiang a Rojhilatê Çînê di Konferansa Înternet a Cîhanê de hat pêşkeşkirin.

 

Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping jî nameyeke pîrozbahiyê şand wê konferansê û got: “Cîhan di nav guhertineke mezin a zanistî, teknolojî û pîşesaziyê de ye. Divê aboriya dîjîtalî were bilezkirin û divê em sîstema rêveberiya internet a kureyî dehf bidin.”

 

Rêveberiya welatê Çînê di ware ewlehî, aborî û perwerdehiyê de jî girîngiyeke zêde dide pêşxistina robotan û yek ji mijarên wê yên sereke ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst