Yûnanistan: Divê Tirkiye biryara xwe bide

09-11-2018
RÛDAW
Nîşan Yûnanistan Tirkiye Alexis Tsipras Biryar
A+ A-
Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Yûnanistanê ragihand, ku welatî wî li gel welatên din ên herêmê li ser mercên bo pêkanîna nexşeyeke enerjiyê li hev kir û got, “Divê Tirkiye biryara xwe bide.”

 

Serokwezîrê Yûnansitanê Alexis Tsipras bo televîzyona Yûnanî ya bi navê Alfayê behsa siyaseta derve ya welatê xwe kir.

 

Alexis Tsipras di axavtina xwe de li ser peywendiyên di navbera Yûnanistan û Tirkiyê de got: “Tirkiye hêzeke bi bandor û krîtîk e. Yûnanistan li gel welatên din ên herêmê li ser mercên bo pêkanîna nexşeyeke enerjiyê li hev kir. Divê Tirkiye jî biryarê bide. Tirkiye heta ku di çarçoveya hiqûqa navdewletî de be, em wê li derve nahêlin. Divê têbigihê ku ev tenê ne mijareke dualî ye.”

 

Serokwezîrê Yûnanistanê destnîşan kir ku ti metirsiyeke Yûnanistanê li ser Tirkiyê tune ye û got, welatî wî dest ji serweriya xwe jî bernade.

 

Herwiha Tsipras da zanîn ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ew vexwendiye Tirkiyê lê hêj dîroka wê diyar nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst