Washington (Rûdaw) – Senetorê Komarparêz ê Eyaleta Arîzonayê û Serokê Encumena Xizmetguzeriya Çekdarî John McCain got, Fermandarê Supaya Qudsê ya Îranê Qasim Silêmanî peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de xirabtir kiriye û dixwaze hilbijartinên bê yên Iraqê jî bike amûreke ji bo bihêzbûna xwe.
Senetorê Komarparêz John McCain di rûniştina taybet senatorên Amerîkayê de siyaseta Amerîkayê ya derbarê Rojhilata Navîn de rexne kir û got helwesta welatî wî li ser guhertinên li Rojhilata Navîn ne zelal e.
John McCain diyar kir ku siyaseteke Amerîka ya eşkere ji Rojhilata Navîn re nîne û bêdengiya Amerîkayê ya li herêmê bûye sedem ku li Iraq û Sûriyê milîsên şîe tevahiya valahiyan dagire.
McCain destnîşan kir ku li Kerkûkê Qasim Silêmanî kar ji bo çêkirina nakokiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê kir û herwiha dixwazin hilbijartinên bê yên Iraqê ji bo bihêzkirina bandora Îranê li wî welatî bikar bîne.
Senetorê Komarparêz hebûna Heşda Şeibî li Iraqê weke Kerkûkê ji bo tevahiya wî welatî metisî ye.
Bi gotina John McCain Îran herwiha hewl dide pêgeha Amerîkayê li Rojhilata Navîn taybet li Iraqê kêm bike.
John McCain ku weke dostê Kurdan tê naskirin ji sala 1986ê ve weke Senetorê Komarparêz ê Eyaleta Arîzonayê tê destnîşan kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse