Awustraliya - Penaberekî kurd bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin!

09-11-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li Awustraliyayê, penabarekî kurd ê Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin.

Li gorî malpera fermî ya Îranê, penaberê kurd ê Rojhilatî yê bi navê Fazil Çegînî, ku ji girtîgehekê li girava Kirîsmes a Awustraliyayê reviyabû, mirî hat dîtin.

Li gorî nûçeyê, Fazil Çegînî roja şemiyê (7ê vê mehê) reviyabû û duh (8ê vê mehê) jî li nav zinarên nêzîkî girtîgehê mirî hatibû dîtin.

Di nûçeyê de hatiye gotin, piştî ku hevalên wî penaberê kurd ên di girtîgehê de xebera mirina wî bihîstibûn, li hember mirina Çegînî şikber bibûn lewma ji hikûmeta Awustraliyayê xwestibûn bûyerê ronî bike lê rastî mudaxeleya tund a hêzên ewlehiyê hatibûn, ji ber wê jî di girtîgehê de alozî derketibû.

Wezareta Koçberiya Awustraliyayê derketina aloziyê li girtîgeha girava Kirîsmesê de piştrast kiriye û ragihandiye, di wê aloziyê de tiştek bi kesî nehatiye.

Hat gotin ku hêzên ewlehiyê yên Awustraliya niha ji tirsa girtiyan dûrî girtîgehê nobedariyê dikin.

Tê gotin ku beşek ji penaberên ku berê xwe didin Awustraliyayê, ji aliyê hikûmetê ve tên girtin û derbasî girtîgehên girava Kirîsmesê tên kirin.

Girava Kirîsmesê di navbera Awustraliya û Endoneziyayê de ye û ketiye rojavayê Awustraliyayê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst