Xwediyên Xelata Nobelê ya Kîmyayê diyar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - David Baker ji bo xebata xwe ya "sêwirandina proteînê ya agahdariyê" û Demis Hassabis û John Jumper ji bo xebata xwe ya pêşbîniya têşeya proteînê" Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya sala 2024an stand.

Di civîna çapemeniyê ya ku li Akademiya Zanistên Qraliyetê ya Swêdê hat lidarxistin de xwediyên Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya 2024an hatin eşkerekirin.

Li gor daxuyaniyê, David Baker ji ber xebata xwe ya "sêwirandina proteînê ya agahdariyê" bû xwediyê xelatê.

Demis Hassabis û John Jumper jî ji ber xebata "pêşbîniya têşeya proteînê" layiqê xelatê hatin dîtin.

Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya sala 2023yan ji bo xebatên kifş û senteza xalên kuantumê bûbû ya Moungi Gabriel Bawendi, Louis E. Brus û Alexei I. Ekimov.

Xelata Nobelê a Kîmyayê yek ji pênc beşên xelatên Nobelê ye ku li ser navê Alfred Nobel hatiye avakirin.