Amerîka û Çîn pabendî rêkeftina Taiwanê dibin

09-10-2021
Dilzar Zubêr
Çînê di nimayişa esmanî ya bi ser esmanê Taiwan de zêdetirî 150 balafir bikaranîn
Çînê di nimayişa esmanî ya bi ser esmanê Taiwan de zêdetirî 150 balafir bikaranîn
Nîşan Taiwan Amerîka Çîn Xi Jinping Joe Biden
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alozî û pevçûnên di navbera  Çînê û Amerîkayê de li deryaya başûr a Çînê zêde dibin.

Keştîyeke jêravî ya etomî ya Amerîkayê bi sedema vêketina wê bi tiştek nediyar, di sinorê avî yên  okyanusa Hindî-Hêmin de ziyan pêket. Berpirsên Amerikayê jî dibêjin ku 11 serbaz ên wan bi sivikî birîndar bûne.

Ev keştî di nav sinorê derya ya başûr ê Çînê de bûye ku di wê navçeyê de Amerika û Çîn li ser wan giravên di nava deryayê de li hev nakin.

Di vî warî de, Çîn li ser zimanê Berdevkê Wezareta Derve nerazîbûna xwe anî ziman û Amerîka bi veşartina rastîyan tawanbar kir. Hevdem, Amerîka bi binpêkirina aştiyê ya di deryayê de tawanbar kir û ev yek weke şerê sar binav kir.

Zhao Lijian, Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê, dibêje, “Divê Amerîka rewşa bûyerê bi berfirehî zelal bike. Derbarê cih, mebesta geştkirinê ji bo vî cihî û hûrguliyên wê, wek; wê keştiyê li çi daye, gelo ev bû sedema derketina etomê û gelo wê yekê zirar daye jîngeha deryayê?”

Hêzên deryayî yên Amerîkayê ragihandin ku westgeha etomî ya keştiya jêravî ti zirar pêneketiye û ew keştî dê vegere binkeya hêzên deryayî yên Amerikayê li girava Guam.

Miamelaya Washingtonê li gel Taiwanê yek ji xalên din e ku dibe sedema lihevnekirina Amerîkayê li gel Çînê.

Di çend rojên derbasbuyî de, Çînê dest bi nimayişeke esmanî bi ser esmanê Taiwan de kir û zêdetir ji 150 balafir hatin bikaranîn û hikûmeta Taiwanê jî ev wek karekî "ne berpirsane" binav kir.

Piştî vê nimayişa Çînê, Amerîkayê nîgeraniya xwe derbirî û Biden jî dibêje di vî warî de ligel serok Xi axivîye.

Joe Biden, Serok ê Amerîkayê, dibêje, “Ez derbarê Taiwanê ligel serok Xî axivîm. Em dê pabendî rêkeftina Taiwanê bibin. Me tekezî li wê yekê kir kû Çînê jî ti çareyek din nîne ji bilî pabendbûna wê rêkeftinê.”

Herwiha, Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan, dibêje ew dê hemû hewlan bidin daku rê li wê yekê bigirin rewş li navçeyê  ber bi şer û çareseriya serbazî ve biçe.

Hevdem, birya re ku di dawîya îsal de Serokê Amerîkayê Joe Biden li gel Serokê Çînê Xi Jinping bicive ji bo ku gotûbêjan li ser pirsgirêkên di navbera wan de bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst