Xelata Nobel a Aştiyê bi Programa Xoraka Cîhanî WFP hat dan

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya pêşkêşkirina Xelata Nobel a Aştiyê îro li Oslo ya paytexta Norwêcê di merasimekê de wergira xelatê diyar kir û ew xelat da rêxistina Programa Xoraka Cîhanî.

Ji ber hewlên wê desteyê ji bo rûbirûbûna birçîtiyê û hewldan ji bo rêgirîkirin ji wê yekê ku birçîtî weke çekekê li navçeyên ne ewle bê bikaranîn, xelat hêjayî rêxistina Programa Xoraka Cîhanî (WFP) hat dîtin.

Desteya pêşkêşkirina Xelata Nobel a Aştiyê herwiha ragihandiye, wan ji ber wê yekê xelat daye WFP, ku cîhan awirekê li milyonan kesan bide ku ji birçîtiyê dinalînin an metirsiya birçîbûnê li ser wan heye.

Desteya pêşkêşkirina Xelata Nobel a Aştiyê herwiha ragihandiye, wan ji ber wê yekê xelat daye WFP, ku cîhan awirekê li milyonan kesan bide ku ji birçîtiyê dinalînin an metirsiya birçîbûnê li ser wan heye.

Li ser hesabê fermî yê Desteya pêşkêşkirina Xelata Nobel a Aştiyê jî hatiye, heya roja ku vaksîneke pizîşkî tê dîtin, baştirîn vaksîna dijî ajaweyê, xwarin e.

Îsal bi giştî 318 berbijêr ji bo wergirtina xelatê hevrikî dikirin, 211 ji wan kesayetî û 107 jî rêkxistinên cîhanî ne.

Xelata Noble ya Wêjeyê ya 2020 jî pêşkêşî xanima helbestvan a Amerîkî Liwîza Glok hatiye kirin.

Xelata Nobel ji aliyê zanayê Swêdî, Alfred Nobel ve hatiye danîn û di wesiyetnemaye xwe de daxwaz kiriye, ku salane ev xelat bê dan. Salane ev xelat di merasimeke taybet de li Oslo ya paytexta Norwêcê tê dan.

Xelata Nobel ji bawernameyekê û medalyayeke zêr û hinek pere pêk tê.

Yekemîn Xelata Nobel di warên wêje, fîzîk, kîmya û pizîşkî de di sala 1901an de ji aliyê Akademiya Şahane ya Muzîkê li Stokholê hatiye dan û paşê di sala 1902an de Şahê Swêdê bi xwe xelatên Nobelê pêşkêş kirin.