50 sal bi ser mirina Che Guevara re derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) – 50 sal beriya niha, roja 9ê Cotmeha 1967ê, şoreşgerê bi navûdeng ê Amerîkaya Latîn û cîhanê Ernesto Che Guevara, li Bolîvyayê hate kuştin.


Che Guevara li Arjantînê ji dayik bû û li daristanên Bolîvyayê nefesa xwe ya dawî da. Lê Kûba bû welatê wî û niha jî malbat û kesûkarên wî li wî welatî dijîn.

 

Birayê Che, Huan Martîn Guevara dibêje: “Em malbatakî xizan bûn lê di heman demê de pir xwendevan, perwerdekirî û ji aliyê siyasî ve pir bi agahdar bûn. Em Î dijî hizir û pergala olîgarşî û arîstokrasiyê bûn. Di mala min de tenê du tişt hebûn, ku min nedikarî piştgiriyê bidim, ew jî dêr û artêş bû.”

 

Piştî derbasbûna nîv sedsalan jî jê jî bîranîn û peyvên di nava gotûbêjan de pesnê Ernesto didin û di guhên gelek kesan de zingîniyê tînin.

 

Keça Ernesto, Aleyda Cuevara dibêje: “Weke ku herdem Che digot, hûn nikarin santîmetreyekê jî bixin ser emperyalîzma Amerîkayê. Eve w tişte ku divê em li ser berdewam bin.”

 

Hê jî li Kûbayê û li gelek deverên cîhanê Chew eke sembola şoreşgeriyê tê dîtin. Xebata wî ji bo gelek kesan bûye mînakeke mezin.

 

Che kî ye?

 

Ernesto Che Guevara, di sala 1928an de li bajarê Rosarioyê ya Arjentînê ji dayîk bû. Bi eslê xwe ji spanî, baskî û îrlendî ye. Di sala 1953ê de li Buenos Airesê, bû bijîşk.

 

Che, bi tevgerên çep ên şoreşger ên li welatên Amerîkaya Latînî ji nêz ve eleqedar dibû. Dûre, dema ku çû Meksîkê Fidel Castro naskir. Ew bi tevî Castro, li dijî rêvebiriya dîktator Batîsta, tevlî têkoşîna Rizgariya Kûbayê bû. Salên dirêj di nava şerê gerîlla de cîh girt.

 

Piştî rizgarbûna Kûbayê weke Wezîrê Sanayiyê hate wezîfedarkirin. Lê wî ev wezîfe qebûl nekir û ji bo rizgarkirina gelên din ên bindest berê xwe da çiyayên Bolîvya yê.

 

Li Bolîvyayê leşkerên Barrientos şeva 7’ê cotmeha 1967an Che li nêzî li Higuerasê asê dikin. Ji lingê xwe birîneke giran girt û wî di zîndaneke Hiegurasê de hepis kirin. Roja 9 cotmeha 1967ê bi fermana Dewletê Yekbûyî yê Amerîkayê û bi erêkirina serokkomarê Bolîvyayê Rene Barientos, ji aliyê Mario Tuzan ve, bi neh guleyan hate kuştin.

 

Gotinên wî yên dawiyê ev in: “Mirina li ser pêyan ji jiyana li ser çogan çêtir e."