Amerîkayê perwerdeya leşkerî ya dijbereya Sûriyeyê rawestand

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin, Serokê Amerîkayê Barack Obama dest ji bernameya perwerde û rahinena leşkerî ya dijbereya Sûriyeyê berda.

 

Rojnameya New York Timesê diyar kir, bernameya perwerde û rahinena leşkerî ya dijbereya Sûriyeyê ku ji bo wê 500 milyon dolarê amerîkî hatibû terxandin hat bidawîkirin û berpisên bernameyê dê îro biryara xwe rabigihînin.

 

Barack Obama derbarê bernameya perwerde û rahinena leşkerî de mikur hat û got, ew bi sernekeftin û weke ew dixwazin xebat nehat kirin.

 

Yekemîn pirsgirêkên bernameyê di hejmara çekdaran de yên beşdarî bernameyê bibin derketibû.

 

Cara yekemîn perwerde û rahinena leşkerî ya dijbereya Sûriyeyê di meha Gulanê de li Urdinê û piştre li Tirkiyeyê dest pê kiribû. Herwiha dihat pêşbînîkirin salane herî kêm 5 hezar şervanên dijbereya Sûriye beşdarî bernameyê bibin, lê bi tenê 60 çekdar beşdarî berbanemeyê bibûn.

 

Pirsgirêka herî mezin piştî rahine û perwedekirina koma yekem bidawî bû ew kom derbasî Sûriyeyê bû derket.

 

Eniya El Nusra 12ê Tîrmeha îsal, dema ku ew yekîneya hatî perwerdekirin derbasî Sûriyeyê bibû, fermandarê wê yê tirkman Nedim Hesen û 17 çekdarên din revandibû. El Nusrayê dest danibû ser cek û amûrên wê yekîneyê.