Lûtkeya G20ê li Hindistanê bêyî Serokê Çînê dest pê kir

09-09-2023
RÛDAW
Nîşan G20
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lûtkeya Grûpa 20ê li Hindistanê dest pê kir û nakokiyên mezin di navbera welatên endam de hene.

Di civînê de Serokê Amerîkayê Joe Biden amade dibe lê Serokê Çînê ragihand ku ew beşdar nabe.

Li şûna serok dê Serokwezîrê Çînê beşdarî Lûtkeya G20ê bibe û dibe ku ev jî bandorê li ser biryarên lûtkeyê bike.

G20 ji 19 welatan û Yekîtiya Ewropayê pêk tê û sala 2008an bi sedema krîza aborî hat avakirin.

Armanca avakirinê jî baştirkirina aboriya cîhanê bû lê nakokiyên di navbera endamên grûpê de her ku diçe zêdetir dibe.

Di Lûtkeya G20ê de dê mijarên wek şerê Ukrayna û Rûsyayê, guherînên keşûhewayê û birêvebirina cîhanê werin gotûbêjkirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî berî lûtkeyê hişyarî da û diyar kir ku metirsî heye pirsgirêkên G20ê bibe sedema xurtbûna nakokî û aloziyên cîhanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst