Erdogan û Pûtîn dê li ser korîdora dexlûdan bicivin

09-09-2022
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Vladimir Putin Ozbekistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Pûtîn dê hefteya bê bi Erdogan re li ser korîdora dexlûdanê hevdîtinekê pêk bîne. Biryar e ev civîn hefteya bê li bajarê Semerqand a Ozbekistanê pêk were.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov destnîşan kir ku beşa yekem a peymana hinardekirina dexlûdana ji Deryaya Reş bi navbeynkariya Tirkiyê hat çareserkirin û diyar kir ku beşa hinardekirina berhemên dexlûdana Rûsyayê çareser nebûye.

Peskov li Moskowê li ser hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û hinardekirina genim daxuyanî da rojnamevanan.

Peskov diyar kir tê plankirin ku hevdîtin hefteya bê li bajarê Semerqand ê Ozbekistanê were kirin û got, tê pêşbînîkirin ku her du rayedar pêvajoya hinardekirina dexlûdanê jî gotûbêj bikin.

Peskov ragihand, hinardekirina dexlûdan Ukraynayê naçe welatên hejar û got, “Tenê 2 keştiyên dexlûdan çûne welatên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî hejar tên pênasekirin.”

Peskov bi bîr xist ku rayedarên Amerîka û Ewropayê daxuyanî dane û gotine ti siza li ser berhemên xorakên Rûsyayê nînin û anî ziman, “Her çend ev ji aliyê qanûnî ve rast e, di rastiyê de berhemên xorak û zibilê Rûsî pir dijwar û sînordar in ku bigihîjin bazarên navneteweyî. Ji ber ku keştiyên bazirganiyê nikarin bikevin benderan û xizmetguzarî jî nayên kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst